Esnafên halê: Dixwazin fatoreyê li ser me bihêlin

Esnafên halê gotin Pêşnûmeya Yasaya Halê wê ne bi kêrî hilberîner an jî mezaxtîneran were, lê bi kêrî markêtan were û tê xwestin ku fatoreyê li ser wan bihêlin.

Esnafên halê xwestin ku avaniya hilberîneriya çandiniyê ya li Tirkiyê caraeke dî di ber çav re were derbaskirin û gotin, tê xwestin ku zema ku zêde dibe û hêza kirînê ya ku her diçe kêm dibe, fatoreya wê li ser wan were birîn.

Esnafên ku biryar şîrove kirin gotin esnaf bê navbeynkaran nikare şênî û fêkî bikire û bifiroşe û 'Pêşnûmeya Yasayê ya Halê' ne bi kêrî hilberîne û mezaxtîner lê bi kêrî markêtan tê. Esnafan xwestin yasaya di behsê de bi rengekî ku hemû pardarên sektorê dilxweş bike pêk were, tê xwestin ku ev bi rengê, 'me kir û bû' vê pêk bînin, û sedema sereke ya zêdebûna bihayê şênî û fêkî zêdebûna maliyetên lêçûnê ye û polîtîkaya şaş a çandiniyê ye.


'EM ŞEPIRZE BÛNE, BILA WERIN NAV GEL, BI AXAFTINA MECLÎSÊ NABE'

Adem Înedî diyar kir ev 30 sal in esnafiyê dike û got, markêtên mezin hewl didin hilberîneran bi dest bixin û got, 'Yasaya  Halê' bi vê rewşê heke ji Meclîsê derkeve ev ê hilberîneran û mezaxtîneran bixe rewşeke giran.
Înedî got heke komîsyonkar werin rakirin bi hezaran kes wê bêkar bimînin û got, ''Baş e, ev qas xebatkarên me wê nanê xwe ji kû bixwin û li kû bistrin, wê çawa nan bibin malê? Ka bila werin şepirzetiya me bibînin. Bi axaftina li Meclîsê nabe. Bila werin bikevin an gel. Rewşa esnafan bibînin. Heta ku heman ber li markêtan neqedin careke dî nayên.''

'BILA WERIN HESABÊ ME BIKIN'

Înedî got ti têkiliya bihabûna şênî û fêkiyan bi wan re nîn e, bal kişande ser bihayê mazotê û got, ''Bihayê mazotê hefsar qetandiye. 250 lîre bûye heqê neqliyê. Dema ku li wir bar dikî heqê heman, li vir heqê karker, hinek kar ji me re dimîne. Bila ew werin heasabê me bikin.''

Kamber ê ku 40 salî esnaftiyê dike got, bêyî navbeynakaran kirîn û firotina şênî û fêkî nabe. Kamber got ''Wezaret dema ku xebata pêşnûmeyê dike divê pêşî vê bipîve kar û zirara vê hesab bike û gavan bavêje. Li vir federasyona me ya şênîfiroşan heye. Hûn ê fikrê federasyonê bipirsin. Li gorî wê bi yasayê derxînin, bi, 'me kir û bû' nabe.'' 

'ŞAŞ E KU DIBÊJİN, EM ERZAN DIKIRIN Û BIHA DIFIROŞIN'

Kamber got fikrekî şaş çêbûye ku komîsyonkar ji hilberîneran beran bi erzanî dikire û biha difiroşe û got, ev ne rast e. Kamber got,''Weke ku tê gotin heke komîsyonkar bi 1 lîreyî distînin û bi 5 lîreyan difiroşinîn, wê dîrekên dikanên xwe bikin zêr. Lê dema ku mirov li hala şînî dinere, rewşa esnafan şepirze ye. Ji vê yasayê tiştek dernakeve. Ji ber ku bihayê şênî û fêkî li gorî rêjeya hilberandinê û daxwazê ye. Dema rakirina şênî û fêkî fiyetê normal çêdibe. Lê dema ku kêm dibe fiyet zêde dibe. Ev yasa jî derbas nabe û divê analîza vê rast were kirin.''