Erzîncan: Kî bi Kurdan re tifaqê bike wê bi ser bikeve

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser rola stratejîk a gelê Kurd li Tirkiyeyê û got, "Kî hîn bêhtir bi Kurdan re tifaqê bike wê bi ser bikeve."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di Medya Haber TV de bû mêvana bernameya 'Ulkeden' û bersiv da pirsên Ararat Suveyda.

Erzîncan diyar kir, têkçûna AKP'ê di hilbijartinên Stenbolê de ji bo hêzên demokrasiyê cihê kêfxweşî û rewşeke erênî ye û destnîşan kir, ku vê encamê di heman demê de AKP-MHP hejand.

Erzîncan bal kişand ser rola mezin a hilbijêrên Kurd û got, "Hilbijêrên Kurd roleke stratejîk pêk anîn. Hem ji aliyê nifûsê hem jî ji aliyê civakî-aborî-siyasî ve Stenbol bajarekî stratejîk e. Li bajarekî bi vî rengî bikaranîna dengên hêzên demokrasî û azadiyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û encama ku derkete holê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêka Kurd gelekî girîng e."

Erzîncan destnîşan kir, ku vê yekê derbeke giran li faşîzma AKP-MHP'ê xist.

'GELÊ KURD LI GELEMPERIYA TIRKIYEYÊ XWEDÎ DENGEKÎ STRATEJÎK E'

Erzîncan diyar kir, gelê Kurd li Tirkiyeyê xwedî dengekî stratejîk e û got, "Gelê Kurd bi rêxistin e, xwedî îdeolojî, rêbertî û pêşengiyê ye. Lewma têdikoşe, li ber xwe dide. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, wê were dît ku kî hîn bêhtir bi Kurdan re tifaqê bike wê bi ser bikeve. Di hilbijartinên Stenbolê de careke din derkete holê. Rewşa di hilbijartinên Stenbolê de rewşeke bi zanebûn bû. Ne tenê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û her kesên dengê xwe didin HDP'ê tercîheke bi zanebûn kirin. Serketina Îmamoglû bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê divê li gorî vê nêzîkatî bê nîşandan. Li Enqereyê jî bi heman rengî bû, li Edeneyê, li Mersînê jî bi heman rengî bû. Li wan deveran jî bi dengê Kurdan bûn şaredar. Divê ev bê zanîn. Pîvana 'Kurd bê Tirk nabe, Tirk bê Kurd nabe' ku Rêberê me destnîşan kir, di vê çarçoveyê de ye. Bi yekîtiya gelan aştî dikare bi ser bikeve."

Ji bo dema bê jî Erzîncan got, "Gelekî girîng e ku tifaqa demokrasiyê bê xurtikrin. Rewş û atmosfera li Stenbolê derkete holê divê ji bo Tirkiyeyê bê bikaranîn. Bingeh û avantajeke gelekî girîng derkete holê."

'YA GIRÎNG TÊKOŞÎNA ME YE'

Erzîncan anî ziman, rejîma AKP-MHP'ê bi hilbijartinên Stenbolê re derbeke mezin xwar û got, "Divê ev tifaqa faşîst fêhm bike ku bi êrîşan ne li nava Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn nikare bibe hêz. Tifaqa faşîst lawaz bûye. Dibe ku bixwaze polîtîkayên xwe yên berê, bixwaze êrîşên li dijî Rojava, Xakurkê, li dijî hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bidomîne. Em dikarin vê bêjin; rewşa AKP'ê ya ji aliyê aborî, siyasî û civakî rê nade ku karibe vê yekê bi hêsanî bike. Rewabûna xwe nemaye. Heta niha bi hilbijartinê ji xwe re rewabûn peyda dikir, êdî wê jî inkare bike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi taybetî piştî hilbijartinên Stenbolê êdî ti rewabûna xwe nemaye. Tirkiyeyiyan jî di hilbijartinên Stenbolê de ev yek dîtin. Hêzên navneteweyî jî ev dîtin. Çiqasî bixwaze mîna berê polîtîkayên xwe yên êrîşkariyê bidomîne wê hîn zû bi dawî bibe. Di vir de ya girîng têkoşîna me ye."

PDK XAKA XWE BI DESTÊ XWE RADESTÎ DEWLETA TIRK DIKE, EV REWŞ NAYÊ FÊHMKIRIN

Besê Erzîncan dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ku gelek herêm radestî leşkerên Tirk kiriye nirxand û got, "Fêhmkirina rastiya PDK'ê zehmet e. Ji sala 1992'an ve destketî hene. Li wê derê hikumeta herêmî ava bûye. Şensekî girîng bi dest xistibûn. Li qada navneteweyî jî dihatin naskirin. Niha PDK bi destê xwe destketiyan radestî dewleta Tirk dike. Mirov vê yekê fêhm nakin. Li dijî Tirkiyeyê dikarîbûn helwesteke hîn bi îrade nîşan bidabûna. Nayê fêhmkirin ku çima li hemberî dewleta Tirk xwe lawaz dibînin, xwe bêhêz dibînin. Halbûkî dikarîbû hîn cuda bûya."