Erzîncan: Gelê me dikare birînên xwe bi xwe bipêçe

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi zanebûn mirov di binê kavilan de hişt û got, "Gelê me bêyî ku li hêviya dewletê bimîne, bi rêxistiniya xwe dikare heq ji her cûre felaketê derkeve."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan têkildarî felaketa erdhejê bersiv da pirsên ANF'ê.

Hûn felaketa erdhejê ya li Kurdistanê û tabloya piştî erdhejê çawa dinirxînin?

Vê erdhejê bandor li Bazarcix, Elbistan, Mereş, Meletî, Semsûr, Antakya, Amed, Şehba, Heleb, Idlib, Lazqiye û gelek bajarên din ên Tirkiye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gorî daneyên nefermî tê gotin ku bi sed hezaran kes mirine, gelek birîndar bûne. Ev erdhej weke felaketa erdhejê ya sedsalê tê pênasekirin. Qurbanî, koçberî, hilweşîna ji ber vê erdhejê rû da bandoreke giran li mirovahiyê, li gelê me, dostên me û li me hemûyan kir. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Bi vê erdheja giran re rastiya desthilatdarî û dewletê ya li Tirkiyeyê bi şênberî eşkere bû. Hêmanê bingehîn ê damezrandina komara Tirkiyeyê xwe dispêre polîtîkaya Tirkkirin û Sûnîkirina Ermen, Kurd û hemû gel û baweriyan. Ev mejiyê tekperest, neteweperest, olperest û zayendîperest ê dewletê, îro jî bi kirasê Îslamî ya siyasî bi desthilatdariya AKP'ê hîn bi tundî gihîştiye asta bilind. Mîna hikumeta şerê taybet bi ser civaka Tirkiyeyê ve hatiye. Êdî her kes zane ku bi serkêşiya Erdogan ê faşîst hewl tê dayin ku Anatolî û Mezotopamyayê bikin Tirk, polîtîkayên dagirkeriyê yên Osmaniya berê berfireh bikin.

Lewma desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber ku xwe li ser dijminatiya li gelan, jinan, baweriyên cuda ava kiriye, weke pîvaneke xwe ya hebûnê, ji xwe re maf dibîne ku ji bo li ser desthilatdariyê bimîne bi her awayî kiryarên qirêj bike. Ji ber vê yekê felaketên civakî çiqasî giran jî bin, di polîtîkaya xwe ya qirkirin, înkar û îmhayê de ti carî tawîzê nade. Rayedarên dewletê niha bi sextekarî û durûtiyeke mezin dibêjin ku felaketa erdhejê qeder e. Halbûkî qeder nîne. Ya ku mirovan dikuje qeder nîne. Ne erdhej e. Polîtîkayên dijminatiya li gelan, dizî û nelirêtiya hikumeta AKP'ê ye. Hikumeta AKP-MHP'ê bi neteweperestiya faşîst ji aliyekî ve civakê parçe dike û li hemberî hev bi kar tîne, li aliyê din jî bi neteweperestiya giran ji civakê dixwaze ku polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan ji nedîtî ve bê. Bi dijminatiya li Kurdan dixwaze desthilatdariya xwe mayinde bike.

Lewma desthilatdariya faşîst a AKP'ê ku mirovahiyê sûd wernegirtiye, bi polîtîkayên xwe yên berjewendîperest, dewlemendiya xwe zêde kir, di asteke bilind de civak talank ir. Aboriya berjewendî û rantê ya xwe dispêre şer di destê komek ji mêr ên serdest de hate zêdekirin, civak jî bêhtir xizan bû.

Di vê erdheja dawî de ya li Bakurê Kurdistanê, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi zanebûn ji roja destpêkê ve dest li cihê bûyerê werneda. Tevî ku saet û rojên destpêkê di dema erdhejê de gelekî girîng e, ti tişt nehate kirin, derfetên dewletê bi ti awayî li herêmên erdhejê nehatin seferberkirin. Ji ber ku herêmên ku erd lê hejiyan herêmên ji şêniyên Kurd û Ereb ên Elewî ne, bi giranî gelê me lê ne. Gelê me bi zanebûn di binê kavilan de hate hiştin.

Her kes baş zane ku herêm li ser xeta erdhejê ye. Erdhej afetên xwezayî ne. Asta teknîkê ya ku mirovahiyê bi dest xistiye, gihîştiye wê nuqteyê ku pêşî li mirina ji ber afetê bigire. Mînakên vê yekê li welatên mîna Japonyayê heye, ku erdhejên li vî welatî ji yên li Bakurê Kurdistanê girantir e. Tevî vê yekê jî hejmara mirî û birîndaran gelekî kêm dimîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hem bi polîtîkayên xwe yên avahîdanînê û qeyûm ên beriya erdhejê hem jî bi polîtîkayên kêm ên alîkariyê yên piştî erdhejê ji mirina bi sed hezaran mirovî berpirsyar e.

Hûn helwesta desthilatdariya AKP-MHP'ê ya piştî erdhejê çawa dinirxînin?

Desthilatdariya faşîst ne tenê ji mirina piştî erdhejê, ji komkujiyên piştî erdhejê berpirsyar e. Di heman demê de zarokên bêkes mane direvîne, dide tarîqatan, dide saziyên dewletê, alîkariya tê jî asteng dike. Bi guman û bi hêrs nêzî wan mirovan dibe ku bi alîkariya mexdûrên erdhejê ve diçin, êşkenceyê li wan dike û hewl dide wan ji alîkariyê dûr bixîne. Dixwaze ku li Mereşê, Semsûrê, Hatayê gelên me yên Kurd û Ereb ên Elewî cih û warê xwe biterikînin û koç bikin. Lewma dewlet li şûna alîkariya bi mexdûrên erdhejê re, komkujiyê girantir dike. Ji bo bandoreke giran li civakê bike, bi polîtîkayên xwe yên eşkere û veşartî her tiştî dike.

Li Tirkiyeyê dewletê li hemberî gelê me û tevahiya civakê bi qasî dema desthilatdariya AKP'ê dijminatî nekiriye. Hikumeta Erdogan a faşîst di dema herî bi êş, giran û qirkirinê ya gelên Tirkiyeyê de jî li pey hesabên biçûk ên berjewendiyan ketiye. Ev yek cihê bidawîbûna mirovahiyê ye. Dema ku mirov ji serma û birçîbûnê dimirin jî ne li civakê, lê li xwe û alîgirên partiya xwe difikire. Ev yek nîşan dide bê AKP çiqasî xwedî sekneke bêexlaq e.

Desthilatdariya Erdogan ji dema destpêka desthilatdariya xwe û vir ve polîtîkayên herî zalimane li hemberî civakê dimeşîne. Mînak beriya vê erdhejê gelek caran efûrkirina îmarê pêk anî. Bi hezaran muteahît tevî ku her cûre bêûsilî kirin jî nehatin cezakirin. Tirkiye bû warê derewîn, sextekarî, mafya, bêqanûnî û rêveberiya kêfî. Herî dawî li şaredariyên li Bakurê Kurdistanê bi rengekî bêqanûnî, bêedalet qeyûm hatin tayînkirin, ev yek jî nîşan dide ku çawa dixwaze bi çavbirçîtî û zordariyê civakê bê îrade bike.

Lewma ji vê hikumeta herî destbixwîn û faşîst a dîroka Tirkiyeyê, ji desthilatdariya AKP'ê hêvîkirina alîkariyê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo Kurdan, Ereban, Elewiyan, jinan, bendewariyeke saftiyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku kiryarên hikumetekê yên beriya niha nîşaneya kiryarên xwe yên niha û paşerojê ye.

Hikumeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên faşîst, mêtingeriyê ji her alî ve Tirkiye xistiye nava hilweşîneke mezin, xistiye nava trajediyekê. Tevî ku zanyaran tespîta wê kir ku erdhej wê biqewime, ti tedbîr nehatin wergirtin. Hikumeta Erdogan a faşîst hem tedbîr wernegirt û amadekarî nekir, hem jî nehişt ku civak bi dînamîkên xwe, bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên muxalîf alîkariyê bike. Bi vî rengî kir ku komkujiya ji ber erdhejê girantir bibe. Ji ber vê yekê serkêşê desthilatdariya AKP'ê ya faşîst Erdogan, Bahçelî, Soylû û wezîrên din divê tavilê îstifa bikin. Lê belê mîna ku tiştek nebûye, bêyî ku li ber xwe bikevin daxuyaniyan didin û di ser re radibe muxalefetê sûcdar dike. Bi vê erdhejê re, bi encamên wê re rûyê zalim û qirêj ê hikumeta AKP'ê şênber bû. Gelên Tirkiyeyê, jin wê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin vê hikumeta faşîst. AKP jî mîna erdhejê wê di binê kavilan de bimîne û winda bike.

'WEZÎFEYEKE WELATPARÊZIYÊ YE KU EM LI GEL HEV BIN'

Tevgera we di vê pêvajoyê de biryar da ku çalakiyan neke. Gelê Kurd jî karên piştevaniyê meşand. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Bi rûdana erdhejê re Hevserokatiya KCK'ê bang li hêzên HPG û YJA Starê kir ku di vê demê de çalakiyan nekin, lê belê dema êrîşek bû, hingî bersivê bidin. Li ser vê bingehê hêzên HPG û YJA Starê di vê pêvajoya bi êş a gelê me de nêzîkatiya rawestandina çalakiyan qebûl kir û ev yek îlan kir. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dema xwe de ev helwesta mirovane û hêja pêk anî. Li hemberî vê helwestê, hikumeta AKP'ê li Zap û Avaşînê bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîşên li ser gerîla dewam kir. Êrîşên xwe di dema erdhejê de girantir kir. Bi vî rengî rûyê xwe yê bêwijdan û li derveyî mirovahiyê nîşanî cîhanê da. Bêguman li hemberî vê yekê gerîla û gelê me di nava her şert û mercî de wê xweparastinê bi bandor bikin.

Hûn li ser kampanyayên piştevaniyê yên bi pêşengiya jinan dikarin çi bibêjin?

Li aliyê din helwesta însanî, biratî û dostanî ya gelê Kurd, jinan, gelên Rojhilata Navîn û baweriyan a li hemberî erdhejê, alîkariya bi mirovên li herêmên erdhejê bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Di serî de xelkê me yê Botanê ji gelek herêmên Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji Ewropayê alîkarî hate şandin. Û mirov çûn herêmên erdhejê, kar kirin, bi ked û fedakariya xwe bû sedem ku li Rojhailta Navîn yekîtiya gelê Kurd û gelan, hestê xwişk û biratiyê, hezkirin û hurmet, moral û motîvasyon bê xurtkirin, gelê me yê li herêma erdhejê bêhtir li ber xwe bide û li ser piyan bimîne. Jinan li hemberî vê erdhejê helwesteke herî mînakdar nîşan dan. Gelê me bi pêşengiya HDP û TJA'yê berê xwe da herêmên erdhejê, li gel gelê me cih girtin û hewl dan birînên mexdûrên erdhejê bipêçin. Ji Tirkiyeyê gelek partiyên muxalîf û saziyên civakî yên sivîl li gel gelê me cih girtin. Jin bi dilxwazî çûn herêma erdhejê, li ser vê bingehê rêxistiniya xwe çêkirin û pêşengî ji civakê re kirin. Ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê û ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê heta Şehbayê konvoyên alîkariyê şandin. Gelê me yê li Ewropayê bi hesta berpirsyariyê ji roja destpêkê ve li ser piyan e. Bi her tiştên xwe seferber bûye. Gelê me û dostên me, her wiha saziyên alîkariyê yên ji welatên cuda bi alîkariya xwe gelê me yê li herêma erdhejê bi tenê nehiştin.

Bi vê wesîleyê di serî de gelê me yê Bazarcix, Semsûr, Meletî, Hatay, Heleb, Şehba û gelên me, jin û hemû mirovên ku ku alîkarî ji herêma erdhejê re şandine û bi xwe lê xebitînebi rêzdarî silav dikin, wan pîroz dikin. Bêguman nêzîkatiyeke herî rast a exlaqî, wijdanî û mirovî ye ku di rojên zehmet de em alîkariyê bi hev re bikin, li gel hev bin, êşa xwe parve bikin û bersivê bidin pêwîstiyan. Wezîfeya welatparêziyê ye. Helwesteke azadîparêz û civakîparêz e.

Êşên erdhejê gelekî giran jî bin, bi alîkariyê, piştevaniyê, cîrantiya kûr, dostaniyê û hestên yekîtiyê dikarin ji holê bêne rakirin. Êşên me çiqasî mezin jî bin bi yekîtiyê em dikarin hêzê bidin hev û barê vê felaketê sivik bikin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, jinan û gelan dikin ku mîna heta niha kirin, ji niha û pê ve jê bêhtir bikin, hîn bi rêxistinî alîkariyê bidin mirovên me yên li herêmên erdhejê, bi wan re bin.

Hêza herî mezin hêza manewî ya civakê ye ku digihîne hev. Bi vê hêza manewî, kêmasiyên madî dikarin gav bi gav bêne çareserkirin. Ya ku hêzê dide ku li hemberî van zor û zehmetiyan mirov li ber xwe bidin, ji nû ve rabin ser piyan ev hêz e. Yanî li gorî me, hêza civakê bi xwe hêza yekane û esasî ye ku dikare heq ji her cûre zehmetiyan derkeve. Ev rojên zor û zehmet bi civaka bi pêşengiya jinan, bi piştgiriya gelê me ya li gelên me yên li herêmên erdhejê dikarin bêne derbaskirin.

Gelê me bêyî ku tiştekî ji dewletê hêvî bike, bi rêxistiniya xwe dikare heq ji her cûre felaketan derkeve. Dikare birînên xwe, êşên xwe sivik bike, baş bike.

'DIVÊ GELÊ ME XAKA XWE NETERIKÎNE'

Hûn hewldanên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên ji bo bêmirovhiştina herêmên erdhejê çawa dinirxînin?

Li aliyê din polîtîkaya Tirkkirina rojavayê Firatê ku di serî de Bazarcix, Semsûr û Hatay dewletê hewl da Plana Şark Islahatê bixe meriyetê, niha bi bahaneya erdhejê hewl didin bixin meriyetê. Hewl didin ku demografiya Kurdistanê bi bahaneya erdhejê bê guhertin. Koçberî li ser gelê me tê ferzkirin. Dixwazin ji Antakyayê Ereban, ji Semsûr û Mereşê jî Kurdan ji cih û warê xwe koçber bikin. Hewl didin van herêman bikin bajarên Tirk. Divê gelê me bi van polîtîkayan zanibe û xaka xwe ti carî neterikîne. Divê malên xwe, taxên xwe, bajarên xwe ji nû ve ava bikin. Yên ku ji ber neçarî ji bajar û gundên xwe çûn, divê li warê xwe vegerin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku li bajar, gundên xwe xwedî derkeve.

Her wiha dewletê piştî erdhejê dest danî ser bi sedan zarokên bêdê û bêbav mane, wan ji civakê qut dike, dike leşker, karmendekî, dike sîxur û li hemberî gelê xwe weke kujerekî mezin dike. Dewleta Tirk xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ye. Piştî raperîna Dersimê bi vî rengî dest danîbû ser bi hezaran zarokan. Rûyê herî qirêj ê asîmîlasyon, qirikrinê li hemberî van zarokan hate bicihanîn.

Gelê me, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl divê teqez vê mijarê bişopînin. Divê zarok ji xizmên wan, ji civakê re bêne dayin. Malbatên di erdhejê de mexdûr bûne divê xwedî li hev, xwedî li zarokên hev derkeve. Divê zarokekî bi tenê jî nedin dewletê. Ji bo vê divê gelekî bixebitin, lêkolîn bikin, bixin rojevê. Saziyên jinan, saziyên hiqûqî, civak ji bo vê divê têbikoşin. Lewma ji bo van zarokan jî divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Li ser vê bingehê em her tim li her derê bi gelê xwe, bi gelên xwe û jinan re ne.

Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ji ber vê felaketa erdhejê, ji ber komkujiyên giran ên ku bûne sedem wê hesab bide. Gelên Tirkiyeyê, jin wê hesab ji vê faşîzma qirker bipirsin û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst heta bi hetayê ji holê rakin.