Ertan: Bi tecrîdê re şerê psîkolojîk li ser gelan tê ferzkirin

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîd êdî vediguhere şerekî psîkolojîk û li ser gelan tê ferzkirin."

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Ertan diyar kir ku 20 sal in tecrîdeke bi rêk û pêk li ser Ocalan tê ferzkirin û got, "Birêz Ocalan li giravekê di hucreya yek kesî de di nava tecrîdeke giran de ye. Ji roja ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û vir ve tecrîd dewam dike. Tecrîd niha hatiye şidandin. Ev çend sal in bi taybetî jî ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve polîtîkayeke giran a tecrîdê tê meşandin. Polîtîkaya ku li rejîma Îmraliyê tê meşandin dûrî hiqûqê ye."

'HEVDÎTINÊN JI BO AŞTIYÊ JI GELAN RE BÛN HÊVÎ'

Ertan bal kişand ser hevdîtinên salên 2013 û 2015'an ên ji bo aştiyê û got, bi pêvajoya aştiyê re deriyên girtîgeha Îmraliyê vebûye. Ertan da xuyakirin ku hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re di pêvajoya aştiyê de hatin kirin ji bo siyaseta Tirkiyeyê rê li ber pêşketinên girîng vekirine û wiha pê daket: "Di dema pêvajoya çareseriyê de deriyên Îmraliyê vekirîbûn. Perspektîfên ku di dema danûstandinên Îmraliyê de hatin destnîşankirin, bêhn anî ber gelan û Rojhilata Navîn û nexşerêyek afirand."

'BI TECRÎDÊ RE ŞERÊ PSÎKOLOJÎK LI SER GELAN TÊ FERZKIRIN'

Bedîa Ozgokçe Ertan anî ziman ku tecrîd veguheriye polîtîkayeke berfireh û ev polîtîka ji aliyê hêzên emperyal û hegemonîk ve hatiye kûrkirin. Ertan ragihand ku tecrîd êdî li derveyî sînor jî li ser gelan tê ferzkirin û got, "Mercên giran ên şer hem li Tirkiyeyê li ser gelê Kurd, hem jî li Rojava di êrîşên dijî Efrînê de xwe nîşan da. Hewl didin ku li çar parçeyên Kurdistanê tecrîdê li ser tevahiya gelê Kurd ferz bikin." Ertan diyar kir, tecrîd ji aliyê dewletên şerxwaz ve weke amûreke polîtîkaya derve tê bikaranîn û got, "Ji ber ku tecrîd xizmetê ji polîtîkayên şer re dike, hewl didin têkiliya Birêz Ocalan a bi gelê Kurd re bibirin. Ji ber vê yekê di tecrîdê de israr dikin."

Parlamenter Bedîa Ozgokçe Ertan destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re şerekî giran ê psîkolojîk li ser gelan tê ferzkirin û got, "Mirovekî ku bi milyonan însanî weke îradeya xwe ya siyasî ragihandiye û lîderê xwe dibînin, li hucreyekê di nava şert û mercên giran de tê hiştin. Ev yek jî nîşan dide bê tecrîda li ser Ocalan çiqasî bi rêk û pêk e."

'DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE'

Ertan diyar kir, tecrîd polîtîkayeke li dijî îradeya gelan e û bang li hemû gelan kir ku li ber vê polîtîkayê rabin. Ertan got, "Ya ku dikeve ser milê me ew e; piştgiriya hemû hêzên ku bi hêviya paşeroja hevpar dixwazin bi hev re bijîn dewam bikin û ji bo rakirina tecrîdê dengekî xurt derxînin. Şikandina tecrîdê ji bo paşeroja me gelekî girîng û hêja ye."