Erşad Salihî Kurdên tevlî pîrozbahiya Kerkûkê bûne ‘terorîst’ bi nav kir

Serokê berê yê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşand Salihî xwe li pîrozbahiya heybet a Kerkûkê negirt û pîrozbahî weke pîrozbahiyeke ‘terorê’ bi nav kir.

Çawa ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê xwe li Kurdan û pîrozbahiyên wan nagire, li Başûrê Kurdistanê jî bi rêya Eniya Tirkmen ku weke beşek Tirkiye tevger dike, êrîşî pîrozbahiya Kerkûkê ku bi hezaran kes tevlî bû, kir.

Serokê berê yê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşand Salihî pîrozbahiya 25’ê Adarê ya li Seyrangeya Şîwe Sûre a nêzî Teqteq û Nawşiwan a bi tevlîbûna bi hezaran kesî ji aliyê Meclîsa Tevgera Komelgeya Azadî ya Kurdisatan (Tevgera Azadî) ve hate organîzekirin ku bi girseyî hate pîrozbkirin weke ‘teror’ pênase kir.

Salihî xwe li vê pîrozbahiyê ranegirt û ev ji bo pîrozbahiya Newrozê ku bi hezaran welatiyên Kerkûk, Teqteq û Nawşiwan û derdorî wê ku li Şîwe Sûr hate kirin, weke kombûneke ‘terorê’ pênase kir.

Erşad Salihî yê fermanê ji MÎT’a Tirk digire û weke berpirsekî MÎT’ê tevger dike, bang li hikûmeta federal, waliyê Kerkûk û hikûmeta Iraq û Herêmê kir ku li ber vê rabin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Parlementerê Berê yê Parlementoya Iraqê Şiwan Dawidî bi belgeyên ku ji ANF’ê re eşkere kiribû, ev gotibû: “Erşand Salihî bi awayekî ne hiqûqî hêzeke çekdar ber bi Tirkiye li Kerkûkê avakiriye. Mûçeyê vê hêzê ji aliyê Tirkiye ve tê dayîn û hemû awayî Tirkiye alîkarî dike, taybet ji bo xebatên îstixbaratî tê bikaranîn.”

Her wiha gelek caran Erşad Salihî bi vê hêzê gef li taybet Mexmûr û Kurdan dixwe.