Ermenistan û Azerbaycan jinûve dest bi danûstandinan dikin

Ermenistan û Azerbaycanê qebûl kirin ku têkildarî rageşiya li ser Qerebaxê li dora maseya danûstandinan rûnên.

Li gorî daxuyaniya buroya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, Ermenistan û Azerbaycanê qebûl kirin ku têkildarî rageşiya li ser Qerebaxê danûstandinan bikin.

Ev daxuyanî piştî wê hevdîtina Nîkol Paşînyan a bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev hate dayin ku herdu rêveber li Brukselê li hev rûniştin.

Herdu rêveberan her wiha biryar dabûn ku dawiya meha Nîsanê komîsyoneke dualî bê avakirin ku sînor diyar bike.

Li gorî daxuyaniyê Paşînyan û Aliyev ji wezîrên karên derve xwestin ku danûstandinên aştiyê yên navbera herdu welatan lidar bixin.

Di civîna li Brukselê de Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel jî amade bû.

Di vê demê de ku şerê Ûkraynayê diqewime, aloziya navbera Azerbaycan û Ermenistanê rojên dawî giran bûbû.

Herêma Qerebaxê ku piraniya şêniyên wê Ermen e û hikumeta Erîvanê piştgiriya wê dike, dema ku Yekîtiya Sowyetan hilweşiya ji Azerbaycanê cihê bû. Di vî şerî de ku salên 1990'î qewimî, zêdeyî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes neçar man koç bikin.

Bi payîza 2020'î de şer di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de qewimî ku Tirkiyeyê piştgiriya Azerbaycanê dikir. Di şerê ku şeş hefteyan dewam kir de 6500 kesî jiyana xwe ji dest dan û Ermenistan di vî şerî de têk çû.

Bi navbeynkariya Rûsyayê peyman hate mohrkirin û Azerbaycanê di asteke girîng de xak bi dest xist. Moskowayê jî di bin navê parastina aştiyê de 2 hezar leşker li Qerebaxê bi cih kir.