'Erka exlaqî ya her Kurdî ye ku destketiyan biparêze'

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û ev tespît kir, "Yên ku bi dewleta Tirk re ne, wê zerara herî mezin bibînin. Wê ast û hêza xwe ya li Kurdistanê ji dest bidin."

Çavdêrê Siyasî yê Kerkûkî Mihemed Nesredîn têkildarê serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê, sedemên wê û pêşkêşkirina petrol û gaza herêma Kurdistanê ji Tirkiyê û teşwîqkirina artêşa Tirk a dagirker ya ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û çend mijarên din ji ANF’ê re axivî.

‘TEŞWÎQKIRINA TIRKIYÊ JI BO NAV XAKA HERÊMÊ SEDEMEK Ê SERDANA MESRÛR BARZANÎ BÛ’

Nesredîn îşaret bi serdana dawî ya Mesrûr Barzanî a ji bo Tirkiyê kir û got; “Serdana Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê, li gorî çavkaniyan bi armanca nîqaşkirina du mijaran pêk aniye. Ya yekemîn mijara gaza Kurdistanê ye, ya din jî xaka Kurdistanê ye ku her du mijar jî bi asayiş û ewlehiya niştîmana Kurdan ve girêdayî ye. Ji ber ku yek ji wan dewlemendiya Kurdistanê ye û ya din jî teşwîqkirina Tirkiyê ji bo nav xaka Kurdistanê ye ku ew jî çend carin dubare dibe.”

‘ÇARENÛSA PDK’Ê HER TIM ŞERMEZARÎ BÛYE’

Çavdêrê Siyasî Nesredîn bibîr xist ku di dîroka Kurdistanê de yên destê xwe danî destê dijmin û hevkariya wan kirinî her tim çarenûsa wan şermezarî bûye û wiha pêde çû; “Pêşkêşkirina dewlemendiya herêma Kurdistanê û dubare hevkarîkirina bi dijminên Kurdistanê û teşwîqkirina hêzên Tirkiyê ya ji bo beşeke girîng ê xaka Kurdistanê şermezariyeke mezin e.”

‘PARASTINA DESTKETIYAN ERKÊ EXLAQÎ YÊ HER KESÊ YE’

Nesredîn her wiha da zanîn ku îro li cîhanê ji bo enerjiyê şer heye û welatên heyî xak û dewlemendiyên xwe diparêzin û şermeke mezin e ji bo kesên ku îro li Kurdistanê ji pêşkêşkirina dewlemendiyên Kurdan re serkêşiyê bikin û hevkariya dijmin bikin. Nesredîn wiha axaftina xwe domand; “Parastina destketiyên Kurd li tevahî Kurdistanê erkê exlaqî yê her kesekê Kurd e. Pêwîste pêşengên Kurd ji hevkariya dijminan xwe dûr bigirin. Bi yekîtiyê em dikarin hemû destketiyên xwe li hemû Kurdistanê biparêzin.”

‘JI BER HEVKARIYA BI DIJMIN RE EW DESTHILAT WÊ PÊGEHA XWE JI DEST BIDE’

Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn bal kişande ser hevkariya PDK’ê ya bi dijminên Kurdan re û got, “Yê ji pêşkêşkirina dewlemendiyên Kurdistanê û teşwîqkirina dijminan wê yekemîn zirarê bibîne, ew kes dibin ku îro serkêşiyê ji leşkerên Tirk re dikin. Dîrokê rehmê li kesê nake û ew desthilat û pêgeha wan ya ku îro li herêma Kurdistanê heye wê ji ber vê helwesta wan hemûyê ji dest bidin.”

‘GER TU XAKÊ BIFROŞÎ TIRKIYÊ WÊ EW JÎ BI WÎ RENGÎ PÊŞWAZIYA TE BIKE’

Nesredîn di dewama axaftina xwe de şêwazê pêşwazîkirina Erdogan ji Mesrûr Barzanî jî wiha nirxand; “Dema ku tu wek nûnerê welatekê biçî û ji bo berjewendiya welatiyan û xak û dewlemendiya wê bixebite, vê demê wê welatên din rêza te bigirin û li gorî protokla serokan rêza te bigirin û nêzîkî te bibin. Lê dema ku tu ji bo pêşkêşkirina dewlemendî biçî û xaka welatê xwe pêşkêşî dijminan bikî, waye wê Tirkiye bi şêwazê bê protokol pêşwaziya te bike. Hemû rêveber bi qasê ku parastina destketiyên xwe dikin tên pêşwazîkirin, lê ger tu xakê bifroşî Tirkiyê wê ew jî bi wî rengî pêşwaziya te bike.”

‘WÊ TI DESTKETIYEKE GELÊ KURD PARASTÎ NAMÎNE’

Di derbarê bandorên şerê dagirkeriyê ya li ser doza netewî ya Kurd de Nesredîn diyar kir eger şer destpê bike wê ti destketiyeke gelê Kurd parastî nemîne û got, “Yekane rê ji bo parastina destketiyên netewa me bi yekîtî û aramiyê û dûrmayina ji dagirker û dijminan ve pêkane.”

‘BI PETROL Û GAZA HERÊMA KURDISTANÊ XAKA KURDISTANÊ TÊ DAGIRKIRIN’

Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn diyar kir ku berê di bin navê aboriya serbixwe û firotina petrolê ya bi şêwazê serbixwe bibû sedemê bihêzkirina dijminên Kurdan û darbe li doza netewî ya Kurd diket û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Her wiha firotina petrolê bi rengê serbixwe bû sedemê darbeyek li welatiyên Kurdistanê, niha jî dayina gaz ji dijmin re, sûda ji petrol û gaza herêma Kurdistanê digihîne wê û dikin çek û teqemenî ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê. Ji bo wê jî ji ber bûyerên navçeyê pêwîste mijara petrol û gaz bibe mijara parastina destketiyan ya ji bo ximetkirina ji gel û niştîmanê re. Nabe ku petrol û gaza herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirin û xizmetkirina ji dijminên Kurdistanê re bê karanîn.”