Êrîşên li rojavayê Minbicê hatin şikandin: 14 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li ser gundên rojavayê Minbicê şikandin, 14 çete hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li ser gundên rojavayê Minbicê şikandin, 14 çete hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Til Torîn, Olaşlî û Xalda yên ku 20 km dikevin rojavayê Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna Şervanan şerê dijwar qewimî.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çetayan şikandin û 14 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, wesayîtekî doçika hat rûxandin û wesayîtekî zirxî bi tîpa BMB jî hate derbkirin.