BI DÎMEN

Êrîşên li dijî Şirnexê komkujiya duyemîn a Dersîmê ye

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, mêtîngeriya Tirk ji sala 1925'an û vir ve dixwaze Kurdistan asîmîle bike û bike Tirk.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, mêtîngeriya Tirk ji sala 1925'an û vir ve dixwaze Kurdistan asîmîle bike û bike Tirk.

Eren êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên îmarê yên dewletê di çarçoveya qirkirina çandî de ji ANF'ê re nirxand.

'KUJER WEKE RIZGARKER NÎŞAN DIDE'

Eren destnîşan kir, ku divê baş were zanîn bê dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî bi çi rengî li Kurdistanê dimeşîne û di vî warî de mînakek komkujiya Dersîmê da: "Li ser vê mijarê mînakeke gelekî girîng heye ku timî qalê tê kirin. Di sala 1938'an de dema Komkujiya Dersîmê hate kirin, gel li cihekî tê komkirin. Li pêşiya gel jî leşkerên mêtînger hene, ku çek di destan de ne û li bendê ne ku komkujiyê bikin. Di vê kêliyê de siwariyek ji dûr ve dibeze û bi dengekî bilind dike xwe nêzî mirovên li ber mirinê ne dike. Ku di vê kêliyê de ji bilî mirinê tiştek di hişê van mirovan de nîne. Ev siwariyê tê dibêje 'Fermanek ji Enqereyê hatiye. Li gorî vê fermanê, mirovên ji bo bên kuştin hatine komkirin, hatine efûkirin û wê neyên kuştin'. Mirovên li ber mirinê, ku di vê kêliyê de ji bilî mirinê tiştek di hişê wan de nîne, kujerê xwe weke rizgarker dibînin. Qirkirina çandî tiştekî bi vî rengî ye."

'MÊTÎNGERÎ DIKE KU CIVAK XWE SÛCDAR BIBÎNE'

Eren da xuyakirin, ji bilî gotina Qirkirina Çandê, nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan û erdnîgariya Kurdistanê bi awayekî din nikare bê vegotin û got, "Mêtîngeriya Tirk li ser Tirkkirina Kurdan û desteserkirina erdnîgariya Kurdistanê ava bûye."

Cîhan Eren anî ziman, siyaseta bingehîn a mêtîngeriyeke bi vî rengî li ser civakê ferz dike, xistina nava derûniya sûcdariyê ye û ev tespît kir: "Ev yek ji pîvanên bingehîn ên qirkirina çandî ye, ku divê em ti carî ji bîr nekin. Dike ku mirov xwe li pêşberî mêtîngeran û polîtîkayên mêtîngeriyê sûcdar bibînin. Xapandin û nêrîna 'eger em tênekoşiyan, me negotibûna em Kurd in, me di Kurdbûna xwe de israr nekira, me nasname û zimanê xwe nexwestibûna, me ji dîrok û erdnîgariya xwe hez nekiribûna ev nedihat serê me' li nava civakê belav dike. Û vê yekê jî bi polîtîkayeke gelekî zirav dimeşîne."

'AKP NIHA VÊ DIBÊJE; HETA KU BOTAN NEYÊ QEDANDIN, KURDÎTÎ NAYÊ QEDANDIN'

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren işaret bi nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Botanê kir û got. "Rêberê me çi gotibû? Gotibû 'Di şexsê Colemêrgê de dixwazin gelê Botanê bike Dersîm û bi vî rengî veguherîne Tûncelî'. Mebesta Rêbertî di vir de çi bû? Weke ku tê zanîn, yek ji cihên sereke yên li dijî mêtîngeriya Tirk li ber xwe didin, erdnîgarî û gelê Botanê ye. Dewleta Tirk ji bo gelê Botanê bêzar û poşman bike, bi taybetî di dema Erdogan de pêkanînê taybet xit meriyetê û van êrîş û hewldanên xwe yên ji bo tepisandinê didomîne. Lewma mirov dikarin ji mêtîngeriya Tirka  bi desthilatdariya AKP'ê li ser Botanê re tê meşandin bêjin Qirkirina Duyemîn a Dersîmê. Ya li Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Silopiyayê hat kirin parçeyek ji vê ye. Çima? Ji ber ku Şirnex hat dorpêçkirin û nîvê bajêr hat rûxandin. Çima? Ya ku dixwestin bikin, ev armanc e; 'eger hûn ne Kurd bûne, eger we li ber xwe nedabûna, eger me di jiyana bi nirx û nasnasmeya xwe de israr nekiribûna, ev ê nehatibûna serê we'. Divê em ji bîr nekin; Dema Komkujiya Dersîmê hat kirin, tespîta bingehîn a dewletê ev bû: 'Heta ku Dersîm neyê qedandin, Kurdîtî nayê qedandin'. AKP niha vê dibêje: 'Heta ku Botan, di şexsê Botanê de Şirnex neyê qedandin, Kurdîtî naqede'. Li ser vê bingehê tevdigere û polîtîkayê dimeşîne."

'PLANA NÛ YA ÎMAR Û ÎSKANÊ'

Eren bal kişand ser nexşerêya polîtîkaya desthilatdariya AKP û Erdogan a li ser Şirnexê û got, "Bi polîtîkayên zext û zordariyê re hewl da gelê Şirnexê ji berxwedanê poşman bike. Li aliyê din, di bin navê ji nû ve avakirinê de planeke nû ay îmar û îskanê li Şirnexê xist dewrê. Ev plan, plansaziya îskana bi zorê ye ku dewleta Tirk ji sala 1925'an û vir ve pêk tîne. Ya ku li Şirnexê tê kirin, pêkanînên Plana Şark Islahatê ye."

'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞIRNEXÊ KOMKUJIYA DUYEMÎN A DERSÎMÊ YE'

Cîhan Eren da xuyakirin, ku krîza civakî û aborî ya li Tirkiyeyê, planên nû yên qirkirin û îskanê xistiye rojevê û wiha dewam kir: "Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî êrîşî Botanê bi taybetî Şirnexê dike. Lewma êrîşên li dijî Şirnexê, Komkujiya Duyemîn a Dersîmê ya sala 1938'an e. Pêkanînên AKP'ê yên l kurdistanê heman pêkanînê navbera salên 1925-38 e, jê girantir e. Lewma çêkrina bajarên nû li şûna bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin û şewitandin tê wateya; mîna qirkirina 1925 a Palû, Dara Hênê û Hênê siwarkirina Kurdan li trenê û koçberkirina wan ber bi bajarên Tirkiyeyê ye."

Eren da zanîn, divê pêkanînên AKP'ê yên di dema dawî de li Kurdistanê xistiye meriyetê, ji aliyê civakê ve bi vî rengî were fêhmkirin û li dijî qirkirina çandî berxwedan bê xurtkirin.

'EM BI NASNAMEYA XWE YA ÇANDÎ LI BER XWE BIDIN'

Eren destnîşan kir, teslîmnebûna li mêtîngeriyeke bi vî rengî, ferzê şeref û rûmetê ye û got, "Berxwedana li dijî pêkanînên dewleteke bi vî rengî, tê wateya berxwedana bi nasnameya xwe ya çandî." Eren diyar kir, ji bilî berxwedanê, ti rêyek li pêşiya wan nîne.