Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, şeva 6'ê Nîsanê çeteyên artêşa Tirk bi tank û topên obus û hawanan êrîş birin ser gundê Maranez û Malikiyê yên Efrînê.

Navendê diyar kir, di 7'ê Nîsanê de jî çeteyên artêşa Tirk bi çekên doçka û ferdî êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin û ev agahî da: "Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a Şiyê û gundê Qermîlix geriyan. Dîsa çeteyên Tirkan êvarê û şev du cara bi çekên doçka û topên hawanan êrîş birin ser gundên Belûnê, Eyn Deqnê û Maranez ên girêdayî Efrînê."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di 8'ê Nîsana 2017'an de, artêşa Tirk bi şev bi çekên giran êrîş bir ser gundê Til Şeîr ê li ser xeta sînorê rojavayê Kobanê ye.

Heman rojê, ji ji saetên şevê heta ber destê siharê çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî bi topên hawan û çekên doçka êrîş birin ser gundên Maranez, Eyn Deqnê û Belûnê yên girêdayî Efrînê. 

Di dîroka 9'ê Nîsana 2017'an de, heta ber destê siharê çeteyên girêdayî artêşa Tirk herî kêm 30 car bi topên hawanan gundên Maranez, Malikiyê û Belûnê yên girêdayî Efrînê topbaran kirin û çeperên hêzên me bi çekên giran gulebaran kirin. Bi awayekî hemwext balafirên keşfê bê mirov yê artêşa Tirk jî li ser herêmên dihat topbaran kirin, geriyan. 

Di 10'ê Nîsanê de, ji danê nîvro hetaêvarê, çeteyên artêşa artêşa Tirk bi çekên doçka çeperên hêzên me yên gundê Maranezê gulebaran kirin. 

Hêzên me li dijî van hemû êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî artêşa Tirk bersivên pêwîst bi zêdeyî dane. Di encama bersivdayina hêzên me de windahiyên Artêşa Tirk û çeteyên wan nehatiye zelal kirin."