Êrîşa li dijî civaka Êzidî li Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin
Êrîşa PDK'ê û çeteyên Tirkan a li dijî Şengalê, li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi xwepêşandanên girseyî tê şermezarkirin.
Êrîşa PDK'ê û çeteyên Tirkan a li dijî Şengalê, li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi xwepêşandanên girseyî tê şermezarkirin.
Tevgera Azadî, Tevgera Goran, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê, aktîvîstên civaka sivîl a Rojhilatê Kurdistanê û penaberên Rojavayê Kurdistanê duh li Baxê Giştî yê navçeya Ranya ya Silêmanî, êrîşa komên çekdar ên PDK'ê ya li dijî Xanesorê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.
'PDK TAŞERONIYÊ JI DEWLETA TIRK RE DIKE'
Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Seîd Xalid daxuyanî xwend û got, "Rêxistina taşerona a bi navê 'pêşmergeyên rojava' ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye perwerdekirin, êrîşî gelê Şengalê û YBŞ/YJŞ ên li bajarokên Xanesorê û Sinûnê dikin. Berê jî hewl dan êrîş bikin, lê vê carê êrîşa xwe berfireh kirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a li Rojava û Minbicê têk çû, bi destê noker û taşeronên li Başûrê Kurdistanê hewl dide aramiya li Rojava têk bibe û hat gotin, "Dewleta Tirk bi vê rêyê hewl dide nakokiyê bixe nava Kurdan. PDK a ku qala serxwebûna Kurdistanê dike, bi vê rêyê nikare serxwebûnê ragihîne. Şermeke gelekî mezin e, ku hêzeke Kurd ji bo armancên dewleta Tirk dixebite. Tirkiye her carê bi rengekî vekirî dibêje, ku çi dibe bila bibe ew ê li dijî Kurdan be. Ji ber vê yekê em bang li PDK'ê dikin, ku bi berpirsyarî rabe."
'EM BERÊ ÇEKÊN XWE BIZÎVIRÎNIN DIJMIN'
Berprisyarê Tevgera Giran ê Ranyayê Seîd Erselan jî got, "Weke Tevgera Goran em li dij in ku Kurd hevdu bikujin. Em li dijî rewşa niha ya li Şengalê diqewim e. Li Şengalê zarokên Kurd bi destê Kurdan tên kuştin. Ti pirsgirêk bi şer çareser nabe. Dostê Kurdan Kurd e. Ji ber vê yekê em bang dikin ku pirsgirêk bi lezgînî werin çareserkirn. Em berê çekên xwe bizîvirînin dijmin, ne xwe. Ya ku divê ji bo Şengalê bê kirin, xizmet e."
Li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê Behez Abdullah jî diyar kir, ew gelekî xemgîn in ku ji ber planên dijminê Kurdan şer di navbera Kurdan derketiye û bang li aliyan kir, ku ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Şengalê" qediya.
Bi heman armancê li navçeya Seyîd Sadiqê jî Tevgera Azadî û Rêxistian Jinên Azad a Kurdistanê çalakiyeke protestoyî lidar xist.
Girseya gel a li vir li hev civiyan, nerazîbûn nîşanî êrîşa PDK'ê dan.