Êrîşa çekdarên PDK'ê li Kelarê hat şermezarkirin

Li herêma Kelar a Germiyanê, êrîşa PDK'ê ya li Şengalê hat şermezarkirin. Girseya gel ji PDK'ê xwest, derhal êrîşên xwe bisekinîne.

Bi armanca şermezarkirina êrîşa çekdarên PDK'ê ya li Şengalê, girseya gel li parka Leyla Qasim li hev civiya.

Endamê Komîteya Amadekar a çalakiyê Aso Wahap li vir axivî û got, "Em weke gelê Kelar, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, vê êrîşê şermezar dikin." Wahap destnîşan kir, ku êrîşa li Xanesorê dest pê kir, bi ti awayî bi kêrî yekîtiya neteweyî û berjewendiyên Kurdan nayê."

Aso Wahap anî ziman, li şûna ku divê gelê Şengalê vegere mala xwe û birînên xwe yên piştî êrîşên DAIŞ'ê li wan vebûn bipêçin, êrîşeke bi vî rengî hat kirin û ev ne ya qebûlkirinê ye. Wahap got, "Ev êrîş bi tenê bi kêrî dijminên Kurdan tê û zerarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Ji ber vê yekê divê derhal bê sekinandin."