Erif Şêxo yê Efrînî qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kir

Rêber Ocalan beriya ku dîl were girtin, 20 salan li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê bingehê şoreşa gelan amade kir. Ger ku îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê li her derê cîhanê deng daye be, ev bi keda Rêber Ocalan a 20 salî ye.

Rêber Apo heta ku bi komployek Navneteweyî dîl were girtin, bi tekoşîneke 20 salan bingeha Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî. Li Rojava û bi taybetî taybet li Efrînê bi hezaran kes bûn şahidê wan sal û kêliyan. Efriniyên bi navê Erif Şêxo yek ji wan kesên ku şahidiya dîroka bi rûmet bûye. Şêxo ji me re bîranînên xwe yên wê demê parve kir.

Erif Şêxo dema ku wan deman tîne bîra xwe rondik bi çavî wî dikevin û ji me re wiha behsa wan deman dike: “Di wê demê de ez li Tebqa dimam. Dema ez hatim Efrîn li gel malbatê, hin kes li wir hebûn. Ji min re gotin ev heval in. Malbata me jî welatparêz e. Lê gundê me wek navendekî partî demokrat bû. Bavê min jî bi siyasetê re mijûl dibû.

Dema ku min heval li wir dîtin bi wan re hin nîqaşên me çêbûn. Min ji wan re got; ‘Di navbera we û partiya Şuî (Şuî wê demê partiyek bi navê sozyalîzmê kar dike ye piştî demek kin belav dibe) de tine ye.’ Wan ji min re got; ‘Na, ferqek piçûk di navbera me de heye. Şuî dibêjin, kapîtalîzm wek darekî ye dixwaze her jor biçe û em ê dora wê bikolin gel wê jê dûr bikeve û ew ê bi tenê bimîne û bikeve. Lê em jî dibêjin, em şoreşger in em ê bi gelê xwe re di jor de lêxînin û wê darê hilweşînin.’ Me ji bo vî gelî û welatî xwe feda kiriye. Piştî wê nîqaşê şunde êdî min ji xwe re biryar da ku çi ji destê min bê ez ji bo vê rêxistinê bikim.

Di dawiya 1983’an de ez derbasî Helebê bûm. Wê demê rewşa min zêde nebaş bû. Hevalekî min li wir hebû navê wî Caferê Reş bû. Wî jî kar dikir. Bi min re pir alîkar bû. Bi rêya wî min bêtir heval nas kirin û ketim nav kar. Di 15’ê Tebaxa sala 1986’an de êdî min dît ku pêwîste em jî bikevin nav kar û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Li ser vê di 86’an de min bi fermî dest bi kar kir. Hin hevalên me yên din jî hebûn. Heta sala 1990-91’an me ev kar berdewam kir. Ji malbatê jî hin kes tevlî kar bûn. Kar piranî karê enî û rêxistinkirina gel bû. Karekî berfirehbû pir ked dixwast. Mînak; hin caran pêwîst dikir tu 110 malbatî di nav hefteyekî de nas bikî û yek bi yek pêre eleqeder bibî. Wê demê her kesekî kar dikir. Her kesekî xwe berpirsiyar didît û ji aliyê xwe ve karek dida meşandin. Zarok heya mezinan herkesekî xwe tevli kar dikir.”

NASKIRINA JIYANA NÛ

Şêxo dibêje dema ku yekem car em çûn qada Rêbertî em bi jiyanek nû re rû bi rû man û wiha berdewam kir: “Di sala 1990’î de em derbasî qada serokatî bûn. Gel pir hatibû. Nêzê 25 hezar mirov hatibûn. Her çiqas dewletê xwest astengî derbixîne jî lê gel guhdar nekir û derbasbûn. Dema ku em çûn wir, ji bo me tiştek pir cuda bû. Em hemû matmayî mabûn. Jiyanek nû, leşkerên nû û cîhanek nû. Me didît hevalên jin di destê wan de çek û em diparastin. Ji me re giran dihat. Çawa jin me diparêzin. Her tişt ji me re nû dihat.

Rêbertî dest bi axaftinê kir û ji dîrokê de destpê kir. Em kî/ê ne, heta niha çi bi serê me hatiye, em ji kêjan aliyê ve lewaz in? Pêwîste em çawa pêş bikevin? Em çawa bikin ku em xwe biguhirînin? Dîsa çima Kurd wisa mane, ew qas cîhan çima dijminatiya Kurd dike? Pir berfireh vekir. Behsa tecrûbeya xwe kir. Di despêkê de ji despêkirina avakirina partiyê heyatavakirina kampê, dîsa dema Fîlîstînê bi giştî vekir. Gel pir bandor bû. Dema xwest xatir bixwaze gel di carekî de ber bi Rêbertiyê meşiya. Rêbertî wê demê rexne kir. Got; ‘Wisa nabe, welatparêzî wisa nameşe. Em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi hev re kar bikin, em ê bi hev re rehet rûnin û bi hev re biaxivin. Wisa bi vê şêwazî nabe. Şexsê xwe çêbikin, çima hûn bi vî awayî ne? Çima hûn bindestin? Çima hûn bê biryar û bê îrade ne û çima hûn xwe bi îrade nakin? Ez jî wek we me, di destê min de çek nîne, lê ez kar dikim û min xwe kiriye îrade. Kom bibin, di gund û taxên xwe de li hev bicivin û pirskirêkên xwe çareser bikin. Pirskirêkên xwe ji me re neynîn vir. Berê ji xwe pir pirskirêkên we ve em mijûl dibin. Hûn bixwe pirskirêkên xwe re eleqeder bibin û çareser bikin. Xwe bi rêxistin bikin. Derveyê wê ne dewlet ne jî tu kes azadiyê nada we. Hûn ê bixwe ji xwe re derfetan ava bikin û azadiya xwe pêş bixin. Ez dema hatim tu tiştekî min tine bû. Min ne ziman zanibû û ne tiştekî min hebû. Binêrin me li vir Kurdistanek ava kir. Hûn jî bikin û em ê jî bi we re bibin alîkar.

Dema ku hin kesan gazinc ji bê derfetiyê dikirin. Digotin; ‘derfet nîne, dewlet êrişê me dike, çekên me nîne.’ Rêbertî wê demê aciz dibû digot; ‘Hûn ê pêş bixin kes nayê ji we re nake û kesek tiştekî wê nede we.

Me şevek li wir xew kir û em zivirîn Helebê. Dema ku em zivirîn Helebê em ne kesayetê berê bûn êdî. Giştî gel bandorbûn û guhertinek cuda pêş ketibû. Edî bi şexsiyetek nû, bi nêrînek nû zivirin. Karê me hin bêtir firebû. Êdî me zêdetir kar dikir. Me dixwest em zêdetir rêxistinê nas bikin.”

MALA RÊBERTÎ YA LATQIYÊ

Erif Şêxo dema ew û sê hevalên xwe diçin Latqiyê mala Reber Ocalan, li hember rewşa malê matmayî dimînin. Şêxo wiha dom dike: “Piştî demekî em sê heval derbasî Latqiyê bûn. Li wir malekî Rêbertî hebû. Em çûn wir. Dema em çûn Rêbertî ne li wir bû. Gotin; ‘benda we jî ma ye lê karê wî derketiye û çûye.’ Malek pir xweş bû. Xaniyek piçûk, boyaxa wê giştî hatibû xwerê. Sarincokêk piçûk û kevin têde hebûn, xesaleyek kevin û xirabe, çaydanek bafun û çend kaseyên çay, textek eskerî û kevin û telefonek li serbû, elektîrîk xirabûbû, me çê kir. Diwar me giştî boyax kir. Di hundirê xanî de av dihat me çê kirin. Tişta ji me re herî balkêş wê demê hat Rêbertî kincên wê tunebû. Yanî malbatek herî feqîr li gel me jî ew qas malek feqîr de namîne. Nikare di malek wisa de bijiya. Lê Rêbertî dijiya. Vê rewşê em pir bandor kir.

GELEK HEYA KU XWE NEKE ÎRADE NIKARE AZADIYA XWE BI DEST BIXE

Di berdewamiya axaftina xwe de Şêxo dibêje ku herî zêde Rêber Ocalan behsa îradebûna kes û gel dike û van dibêje; ‘Rêbertî di Helebê de her tim civîn çê dikir.Bi jinan re, zarokan re, kal û pîran re, bi karkeran re bi kurtasî her beşên civakê re cuda cuda civîn çêdikir. Ez jî carekî tevlî civînekî Rebertî ya li Helebê bûm. Rêbertî dema ket hundir, despêkê her kesek mêze kir û me dît ku Rêbertî her kesekî nas dike. Piştre dest bi axaftinê kir. Got; ‘Niha hûn hatine hûn ê biçin bêjin me serok dît.’Ez jî hatime ji bo destê we bidim ser birîna we ji bo ku hûn jî biçin birînên xwe derman bikin. Hûn ê xwe bikin îrade. Min ji we re negot ez serok im. Hûn dibêjin û gel dibêje tu serokî. Ez jî wek we kesek bûm. Ez jî ji malbateke feqîr û cotkar bûm. Lê min qebûl nekir û ez pey jiyanek nû ketim. Lê hûn nikarin du bizina bi hev re bikirin. Zarokên we jî wisan in ger ez nebim wê sibe êvarê li hev bixin. Dijmin her roj civîna çê dike. Hûn çima li hev kom nabin û pirskirêkên xwe çareser nakin. Bi tiştên biçûk re mijûl nebin. Xwe bê çare nehêlin. Xwe bikin xwedî biryar. Bila dijmin bi we neleyîze.

Rêbertî ji fesadiyê pir aciz bû. Digot; ‘Hûn pirsgirêkên xwe çareser nakin bêtir mezin dikin. Her tim bila çavê we bi serokatî, rêxistin û hevala nebe ku werin pirskirêkên we çareser bikin. Ew jî zarokên we ne. Hûn dibêjin bila werin me îdare bikin. Piştre jî ji min re agahî dişînin dibêjin van şaşitî kiriye. Zarokên we ne şaşitî kiribin hûn ê çareser bikin. Erê dibe ku hêza me ya aborî zêde nîne, çekên me yên mezin nînin, lê me derbeyên mezin li dijmin xist.’ Her çend gotinekî de digot; ‘Vîna xwe xurt bikin’.Ji mirovên bê çare pir aciz bû. Ti carî bê çaretiyê qebûl nedikir.”