Eren: Nebin hevparê zalimê munafiq

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan munafiqekî zalim e û bang li Misilmanan kir ku nebin hevparê wan.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren bi wesîleya Remezanê ji ANF'ê re axivî û di şexsê Misilmanên ku ji bo başî, rastî, maf û edaletê ketin rojiyê û dayikên bi laçik spî, Cejna Remezanê li gelê Kurd pîroz kir.

Eren bi bîr xist, cejn çandeke civakî ya kevnare ye û got, "Tê zanîn ku weke şahiyekê ji bo parvekirinê tê pîrozkirin. Parvekirina hestên bedew ên li nava civakê, atmosferek ji bo çareserkirina pirsgirêkan e."

Eren anî ziman, di serî de Tirkiye li Rojhilata Navîn di nava civaka Îslamê de ji ber xizanî û pirsgirêkên aboriyê parvekirin nepêkan e, hesteke şahiyê ya ku rê li ber atmosfera cejnê veke nîne.

Eren bal kişand ser nîjadperestiya AKP'ê ku bi rêya olperestiyê pêk tîne û xwe pê xwedî dike û got, "Ya rast, ev taybetmendî ne tenê li Tirkiyeyê ye. Lİ gelemperiya Rojhilata Navîn neteweperestî xwe bi olperestiyê xwedî dike."

Eren destnîşan kir, civakên Misilman divê rewşa heyî lêpirsîn bikin, li ser bingeha demokratîk xwe ji nû ve bi rêxistin bikin ku karibin cejnê bi rastî jî pîroz bikin.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Eren bi wesîleya Cejna Remezanê ji Misilmanên li Tirkiyeyê û her kesên li Tirkiyeyê re got, "Serokdewletê we we gunehkar dike, mîna Fîrewnekî, mîna Nemrûdekî. Lewma divê hûn rewşa ku tê de ne bibînin. Divê qîma xwe tenê bi rexnekirina desthilatdaran neynin. Wijdan û aqlê her kesî heye. Misilmanê dibêje 'rêya rast ew e ku bidin pey kesên mîna Erdogan' divê xwe ji nû ve binirxîne. Bi taybetî bang li Misilmanên li Kurdistanê dikim; yê ku li hemberî we ye; zalimek e, munafiqek e. Hûn Quranê û kevneşopiya olî ji her kesî baştir zanin. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Ji bo xatirê pere, mal, milk, vekirina saziyekê li avahiyekê xwe nêzî AKP'ê nekin, xwe nexin nava gunehan. Desteka ji bo AKP'ê desteka ji bo munafiqî, zalimî û gunehkarî ye. Ne ez, Quran vê yekê dibêje. Her kesê ku hinekî bi ol zane bi vê rastiyê zane. Pirsgirêk pirsgirêka wijdanî û exlaqî ya li nava civakê ye. Misilmanên Kurdistanî divê biryarê bidin û helwestê nîşan bidin.

Kuştina zarokên me ji bo xwe mîna îbadetê dibînin. Yê li hemberî me zalimek e ku dagirkirina welatê me bi Sûreya Fetîhê pîroz dibîne. Hûn nebin hevparê vê yekê. Eger bi rastî jî em dixwazin cejnê li gorî ruhê pîroz pîroz bikin, divê em destpêkê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pîvana bingehîn a Îslamê berxwedana li dijî zilmê ye; ev yek her wiha îbadeta herî mezin e. Bi hêviya ku cejnê bi hestê berxwedana li dijî zilmê pîroz bikin, cejna Misilmanan hemûyan pîroz dikim."