Erdîş dixwaze bibe bajarekî modern

Şaredariyên HDP'î piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dest bi pêngava xizmetê kirin. Şaredariya Erdîşê ji bo bibe bajarekî modern dest bi kar kir.

Navçeya Erdîşê bi nivûsa xwe ya ji 250 hezar kesî yek ji mezintirîn navçeyên Wanê ye. Tevî ku sala 1910'an bûye navçe heta niha xizmet jê re nehatiye kirin. Li navçeya Erdîşê di nava sed salî de sê erdhejên mezin rû dan. Sala 2011'an di erdheja bi dijwariya 7.2 pileyî de 600 mirov mirin zêdeyî 4 hezar kes jî birîndar bûn. Li navenda navçeya Erdîşê, li tax û gundên wê bi hezaran xanî û kargeh hilweşiyan.

Gelê Erdîşê sala 2014'an piştî ku DBP di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket xizmet wergirt. Lê belê piştî du salan qeyûm hate tayînkirin û şaredariya DBP'yî hate desteserkirin. Piştre hevşaredar Dîba Keskîn û Abdurahman Çagan hatin girtin. Şaredariya Erdîşê du salan ji aliyê qeyûm ve hate birêvebirin û di nava wan du salan de malên şaredariyê hemû hatin firotin û şaredarî kete bin deynan. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de HDP bi rêjeyeke bilind a dengan li Şaredariya Erdîşê bi ser ket. Şaredariya Erdîşê tevî zor û zehmetiya xizmeta xwe ya ji bo gel didomîne.

Li gel sererastkirina rêyên navçeyê, di çarçoveya projeya 'li her taxê parkeke zarokan' karên ji bo avakirina parkên zarokan dest pê kirin. Şaredariyê her wiha li taxên Papişkin û Sêvekê parkên lîstika zarokan ên modern ava kir.

Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn di çarçoveya karên Plansaziya Stratejîk de li taxan civînan pêk tîne. Tevî vê yekê di çarçoveya 'Kampanya Paqijiyê' de li taxên Erdîşê hemûyan dest bi kar kir. Gelê Erdîşê jî piştgiriyeke xurt dide vê kampanyayê.

Şaredarî her wiha konteynirên çopê nû kir, rêyên navçeyê fireh kir û bi vî rengî ji niha ve xizmeteke xurt da şêniyên navçeyê. Midûriyeta Bexçe û Parkan a Şaredariya Erdîşê jî li deverên cuda yên navçeyê 60 hezar kulîlkên demsalî çand.