Erdhejê xisareke mezin da bendava Derbendîxanê

Erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû da, xisareke mezin da bendava Derbendîxanê ya li bajarê Silêmanî. Ji bo ewlekariyê, ava li bendavê hate berdan.

Di erdheja êvara 12'ê Mijdarê de ku li bajarên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da, xisareke mezin da bendava Derbendîxanê.

Qeymeqam û endezyarên îro li bendavê lêkolîn kirin, dan xuyakirin ku benda bendavê derizî ye û li hemberî erdhejên paşhatî weke tedbîr ava di bendavê de bi rengekî kontrolkirî hatiye berdan.

Wekî din, ji ber ku teht û kevirên li jorê herêma erdhejê wergeriyan, xisar li avahiyên îdarî yıên li herêmê bû. Sê wesayitên wezîfedarên bendavê jî di binê enqazê de man.