Erdheja li Başûrê Kurdistanê: Li Qasri Şîrîn 30 kes mirin

Bîlançoya erdheja li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, ku duh danê êvarê rû da, giran dibe. Tê gotin, li bajarê Qasri Şîrîn ê Rojhilatê Kurdistanê 30 kes ji ber erdhejê mirine. Hejmara birîndaran jî 300 derbas kir.

Li wîlayeta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê û li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê duh êvarê saet di 21:18'an de erd hejiya. Li bajarê Qasri Şîrîn ê ser bi eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, ku erdhejê bandor lê kir, bîlanço giran dibe.

Alîkarê Waliyê Kirmanşanê ragihand ku hejmara mirovên li bajarê Qasri Şîrînê jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 30 kesî. Wekî din, zêdeyî 300 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî yên li bajarê Kamyaran ê wîlayeta Sinê jî gotin, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî Qasri Şîrîn hatine kirin.