Erbey: Em ê ji rêya xwe venegerin

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye Serhat Erbey e. Xwişka Erbey Hêvîdar Erbey got, "Em ê gavekê jî paşve neavêjin."

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger Serhat Erbey e ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Denîzliyê ye.  Xwişka Erbey Hêvîdar Erbey li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, herî dawî 19'ê Çileyê bi rêya telefonê bi kekê xwe re axiviye û jê re gotiye ku ew ji ber çalakiya xwe kêfxweş e.

EM BI WAN SERBILIND IN

Erbey anî ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiya kekê xwe û got, "Tevî kekê min, girtiyên bi navê Lokman Sevîlgen û Ramazan Çekmen jî ketine greva birçîbûnê. Dema ku em çûn hevdîtinê me dît ku moral û motîvasyona wan baş e. Li xwe kêm kiribûn, lê belê vê yekê kenê li ser rûyê wan nebiribû. Em bi wan serbilind in. Ji ber ku ew çalakgerên daxwazeke mafdar in. Tecrîd sûc e û nabe ku li ser kesî bê ferzkirin. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku rêberê gel e, tecrîdkirina gel bi xwe ye.  Dixwazim tecrîd tavilê bi dawî bibe û çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bi saxî li rewşa xwe ya berê vegerin."

EM HURMETÊ NÎŞANÎ ÎRADEYA WAN DIDIN

Erbey diyar kir, daxwaza greva birçîbûnê daxwaza wan e û got, "Çalakiya kekê min ji bo me gelekî watedar e. Greva birçîbûnê ya wî û hevalên wî, me çiqasî bixe navbera tirs û fikaran jî, em li pêşberî îradeya wan bi hurmet in. Heman tişt ji bo Leyla Guven jî derbas dibe."

Di dawiya axaftina xwe de Ereby diyar kir, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê xwedî li van çalakiyan derkevin û got, "Em ê ji rêya xwe venegerin. Divê Kurd hemû li pişt vê çalakiyê bisekine. Ji ber ku em mafdar in û em ê bi ser bikevin."