Enternasyonalîstan serdana Mertalên Zindî kirin

Komek enternasyonal serdana Mertalên Zindî kir ku 22 roj in li Binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyê pêk tînin.

Ji bo piştgirî û destekdayîna çalakgerên Mertalên Zindî yên li binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, komek enternasyonalîstan serdana çalakgeran kir.

Ji Mertalên Zindî Amed Dersim pêşwaziya koma enternasyonalîstan kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bide çalakiya wan. Amed Dersim got, "Di serî de em xêr hatina mêhvanên xwe yên enternasyonalîst dikin. Di heman demê de piştgirîdayin û şiyariya mêhvanên xwe ya li beramberî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê em hêja dibînin û em ji hemû gelê xwe re dibêjin, li hemberî dagirkeriyê bi hev re tevbigerin û piştevaniya ciwanên xwe bikin."