Engîzek: Bi Newrozê re divê sîstema Îmraliyê were parçekirin

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek diyar kir ku bi Newroza îsal re divê bi pêşengiya jin û ciwanan sîstema Îmraliyê ya qirkirinê were parçekirin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek bi wesîleya Newroza sala 2023’an ji ANF’ê re nirxandinek kir.

Nirxandina Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek wisa ye:

“Em Serokatiya xwe ya azadiyê ku bi doktrîna xwe, lêgerîna ronahiyê ya ku jin di dilê xwe de veşartî digire û derxist hole, bi rêz û hezkirin silav dikin. Rêber Apo ku ji bo jinan her roj kiriye Newroz û li Mezopotamyayê di erdnîgariya Kurdistanê ya ku tê de hevdîtina herî xweşik a bereketa tav û ax tê jiyîn de Newroza roja vejîn û berxwedana hemû gelên qadîm û jinan ku tovên jiyana însanî reşandine, agir û rojê her tim pîroz dibînin, pîroz dikim.

Gelê Kurd û erdnîgariya ku tê de dijî jiyana civakî bi nîmetên rojê ku pêşkeş dike bi rengekî mûcîzewî afirandiye, ji ber navendekî cazîbeyê ye her tim bûye mijara dagirkerî, şer û mêtîngeriyê. Her tim hatiye xwestin ku bi şer, mijokdarî, înkarê jiyana wî were reşkirin, hetta bi rengekî mînaka wê nehatiye dîtin bi qirkirin were tunekirin. Her ku Kurd mahkûmê tarîtiyê hate kirin, tav, roj ji her demê bêhtir bû bêrîkirin û ronahiyeke mezin, zêdetir pîroz bû. Gelê Kurd ku li hemberê zaliman serê xwe netewandiye, li hemberî zulmê bi rûmet rawestiyaye û xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ye B.Z di sala 612’an de li hemberî Dehaaqê di pêşengtiya Kawayê hesinkar bû denge gelan û azadiyê. Di axa me de yên desthilatdar her ku zulme pêş xistine, her tim li hemberî wê jî kesên ku serî rakirine derketine holê. Ev kevneşopî çawa berê hebû îro jî berdewam dike. PKK ku tevgera Newroza hemdem e, ji aliye nasnameya Kurd de qasî ku mîlad e, ji aliye jina azad jî mîladek e. Her derketineke azadiyê weke berhemeke pêdiviya dîrokî, civakî pêş dikeve. Û ev derketin tenê ne bi aliye xwe yê îdeolojîk, bi aliyên xwe yên rêxistinî, çalaki, felsefî, exlakî jî eger di dil û mejiyê civak de ji pêdiviyên wê yên jiyanê re şopa xwe hiştibe, tê wateya ku weke meşeke bi heybet rêya xwe peyda kiriye. Rêber Apo bi 21’ê Adarê 1973’an dest pê kir, bi vê diyalektîka azadiyê re girêdayî ma û 50 sal e, meşa xwe ya bi heybet didomîne.

RÊBER APO BI CESARETEKE MEZIN GAV AVÊT

Pirsgirêkeke mîna pirsgirêka Kurd ku hemû pirsgirêk tê de bûbûn girêka kor, hema hema hemû hêzên serwer tê de bûn, dest avêtina pirsgirêkeke ku polîtîkayeke tunekirinê ya mînaka wê nayê dîtin dihate meşandin, cesareteke pir mezin bû. Rêber Apo cesareta mezin a destavêtin û çareserkirina vê pirsgirêkê nîşan da, destpêkê rêxistinbûna grûbeke piçûk piştre rêxistinbûna gel a pêl bi pêl bilind dibû, pêş xist. Hê grûbeke biçûk jî bûn em ji êrîşê dewletê bigirin, heta êrîşên beşên nijadperestî û şoven bûn hedefeke pir mezin. Li Kurdistanê wêrekî ji bo azadbûnê nîşandan tê wateya dijberiya vana. Jixwe li hemberî van beşan ji destpêkê heta roja me ya îro têkoşîneke dijwar hate meşandin.

Helbet di vir de cewhera destpêkê dîtin pir girîng e. Çima 21ê Adarê? Divê em Tevgera Azadiyê, teşegirtina wê ya di nav cewherê Newrozê de mîna di nav vejînê de weke vejînek pêkanîn, binirxînin. Her diyardeya ku pêşketin nîşan dide, ji faktorên derve yên piştre li ser zêde dibin, bandor dibe lê weke esasî di bandora karaktera ya di cewherê xwe de ye. Û di PKK’ê de di merheleya yekem a grûbê de jî di biryarbûna xwe ya piştre de jî li hemberî hegemontiyê ji bo azadiyê wêrekî, têkoşîna îdeolojîk û înada avakirina rêxistinbûna vê pir zêde ye. Bi rengekî din serkeftina vê têkoşînê ne gengaz bû. Pêşketina têkoşînê çawa ku tovek mezin dibe û pêş dikeve, vê tova azadiyê xwedî kir, mezin kir û berfireh kir. Tevgera Azadiyê bû tevgera yên ku tîniyên azadiyê ne û helbet jin ku herî zêde pêdiviyên xwe bi azadiyê hene, cihên xwe yên di vê partîbûnê de her roja ku derbas dibû zêdetir digirtin. Dema em bi asta xwe ya niha ve temaşe dikin, belkî ji bo me pir normal were lê dema em şert û mercên paşerojê difikirin, hem di merheleyên destpêkê yên Tevgerê de hem jî di pêvajoyên ku feodalîzm pir kûr dihate jiyîn, hişmendiya azadiyê ya gel û jinan hê pêş neketibû de ev rewşeke zehmet bû. Lê weke ku me diyar kir biryarbûna di Newroza sala 1973’an de hate jiyîn û ruhê azad, hevaltiya pîroz, di têkoşînê de israr û înadê ku vê biryarbûnê di xwe de dihewand, xwe jiyanî kir. Mîna gelê Kurd, jinên Kurd jî hest bi bêhna azadiyê kir. Helbet ne nasîna me ya bi azadiyê re ne jî hevdîtina me pê re ne jî meşa me pê re bi hêsanî çênebû li gel wê bi ked, hewldan û têkoşîneke bêsînor hate afirandin. Di Zîndanên Amedê de êrîş û hovîtiyên herî bêrehm û kirêt ên faşîzma 12 Îlonê dihatin jiyîn, li hemberî vê hovîtî, bênasnametî, bêrûmetî û qetla wateyê ji bo parastina exlaqa însan û civakî bi berxwedaniyeke mezin çalakiya herî pîroz pêk anîn. Heval Mazlûm bi 3 darikên kîbrîtê Zîndana Amedê ronî kir û ev berxwedaniya bi heybet û mezin dest pê kir, bi dilên Çaran ku bûn agir gavek din pêşde çû û bi Berxwedaniya Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê gihaşt lûtkeyê. Li hemberî bêwatebûn û laneta xiyanetê bi wate û pîroziya bi heybet a berxwedanê bersiv hate dayîn. Vêya derb li cihê herî girîng a polîtîkaya dijmin ku armanc kiribû Kurd, mirovatî, ferd bêîradekirinê ve tune bike da,  li Kurdistanê ji nû ve zayîn, vejînê afirand. Ev berxwedanî ji nû ve û bi azadî hebûn, soz û çalakiya jiyanê ne.

DÎROKA ME YA AZADIYÊ XWEDIYÊ BERXWEDANA BI HEYBET E

Di dîroka mirovahiyê de têkoşîna hebûnê ya însan tevî hemû zehmetî, êş û qetlîaman berdewam kiriye. Belkî kêm belkî jî têrker nebe lê têkoşîna bûyîna însan, jiyana însanî her tim hebûye û heta ku serweriya însan li ser însan, însan li ser xweza, însan li ser jiyanê berdewam bike, ev têkoşîn wê her tim hebe. Di kûrahiya dîrokê de mirovahî weke merheleyên destpêkê ên zaroktî têkoşîna eşq, azadî, adalet û kedê ji nû ve di wateya xwe de biafrîne daye û ev têkoşîn her tim li beramberî êrîşên herî bi kok û kirêt maye û hatiye xwestin ku were hezmkirin û tunekirin. Di rêya azadiyê de li hemberî koledarî, hegemontiyê berdêla serîrakirin jî mezin bûye. Azadî di gelek mekan û zeman de xwe bi van berdêlan ji nû ve pênase kirine û bi wate kiriye. Di dîroka her gel, çîn û cinsa hatiye pelçiqandin de bi vî rengî gelek mînakên bêhempa hene. Dîroka me ya azadiyê jî bi vî rengî pir zêde xwedî mîrasa berxwedaniya bi heybet û mezin e. Yek ji hîmên esasî yên vê mîrateyê berxwedanî û çalakiyên Newrozê ne. Milîtanên ku berpirsiyartiya gelekî, dîrokekê dane ser milê xwe, bi pêwîstiyên bûyîna pêşeng ve tevgeriyane. Vê dîroka bêyom berovajî kirin, ketin dane seknandin, li hemberî hemû bêrûmetiyên tên sepandin rawestiyan, bi mirinê jî hatin ceribandin, ji mirinê jiyanê ji nû ve afirandin. Di zanebûna dîrok, kêlî de di şopa doktrîna azadiyê de û li gorî ruhê demê nêzikatiyek raber kirin. Hezaran girtî di Zîndana Amedê de bi rêbazên herî nemerdane ji cenderaya kolekirina netewperestiya Tirk hatin derbaskirin û hate xwestin ku werin terbiyekirin. Zihniyeta netewperestiya tekparêze û faşîst hewl da Zîndana Amedê bike navenda çêkirina însanên yek tîp. Lewma pêkanînên ku mînakên xwe nehatine dîtin, ji bo exlaqa koletiyê di însanê yek tîp de bi sazî bikin, bêrehm xistin pratîkê. Jixwe Heval Mazlûm Dogan, Çaran, Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li hemberî vê hovîtiyê bedenên xwe kirin tam qadeke berxwedanê û çalakiyên ku pêk anîn, çalakiyên ronîkirina dîrokî ne. Bi van çalakiyên dîrokî li hemberî exlaqa koletiya sîstema faşîst, exlaqa azadiyê ya gelan û hemû bindestan ferz kirin û ev ferzkirin di xwe de wateya ku xet, hêza têkoşîna şoreşa Kurdistanê mezin dike, dihewand.

JIYAN BI BERXWEDANIYÊ WATEYEKÊ QEZENC DIKE

Çalakiyên dîrokî di zeman û mekanên têne pêkanîn de ji ber pirsgirêkên herî jiyanî û girîng ên civakê nîşan didin yan jî ji ber ji van pirsgirêkan re dibin bersiv, xwedî taybetmediyeke dîrokî ne. Her çalakî di taybetmendiya mîladek de nîn e, bi pekîna merheleyeke nû îfade nake. Çalakiyên ku bi zemanê rast, mekanê rast û encamgiriya civakî dibin yek, bi van taybetmendiyên xwe bi çalakiyên normal cuda dibin û dibin ruhek, xetek. Esasgirtina vî ruhî, vê xetê hem ji Tevgera me ya Azadiyê re hem jî Tevgera me ya jin re karaktera di bin her şert û mercî de berxwedaniyê esasgirtin û vêya daîmîkirin, daye qezençkirin. Ya mijara gotinê, rastiyeke ku berxwedanî dibe jiyan, jiyan jî bi berxwedaniyê wate û ronahiyê qezenç dike, ye. Ev rastî ji bo gelekî weke gelê Kurd hatibû asta tunebûnê, gihaştiye asta ku kariye têkoşîna vejîn, rizgarî û avabûnê bide, xwedî nirxeke mezin e. Ji azadî, berxwedaniyê re girêdanbûneke mezin, li hemberî qetla wateyê jî dijmintiyeke mezin mijara gotinê ye. Ev wisa kûr e ku tenê ji aliyên taybetmendiyên netewî ya Kurd na, ev jî tê de ji aliyê jina Kurd ve jî nirxên berxwedaniyê derxistine holê û bi demê re girseyî kiriye. Gelê Newroz bi vî rengî hatiye afirandin. Divê em bi ruhê berxwedaniya Newrozê, bi ruh, bawerî, îdîaya Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Ronahî, Bêrîvan, Rehşan, Veysî Aktaş û Mehmet Akar, bi ser erkên pêvajoyê biçin, berpirsiyartiyên dîrokî rakin ser milên xwe. Ev Newroz di arasteya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de divê bibe Newrozeke ku rastiya gelê şerker tê afirandin. Newroza sala 2023 divê bi ruhê fedaî yên Zap, Avaşîn, Metîna û Heval Sara û Rûken were pîrozkirin, ev ruhê li çiya bigihînin meydanan.

8’Ê ADARÊ ROJA BERXWEDANÎ Û ŞER E

Îsal pîrozbahiyên 8ê Adarê ji ber erdhêja li welatê me di hewaya pîrozbahiyê de derbas nebû. Jixwe di rastî de 8ê Adarê bi xwe rojeke berxwedanî û şer e. Sîstema hegemonîk a zilam ev roj ji cewherê xwe derxistiye, weke ku cejn e, veguherandiye pîrozbahiyê. 8’ê Adara sala 2023’an jî bi rengekî pir bi wate bi piştgiriya jinên ji her welat û ji her gelî bi heybet û li gorî cewhera xwe, rastiya dîrokî hate pîrozkirin. Di cihên erdhêj çêbûn de mînakên herî xweşik û kêm tê dîtin ên hevkariya jinan, ruhê komunal, parastina wan a jiyanê, xwedî li hev derketina wan û hevaltiya wan derketin holê. Jinan nîşan da ku derveyê dewlet jî dikarin sîstema xwe bihûnin û jiyana xwe xweşiktir û watedartir ava bikin. Di civakê de hêza herî birêxistinkirî jin in di 8ê Adarê de careke din bi rengekî balkêş ji aliyê herkesî ve hate dîtin. Hêza jina birêxistinkirî derket holê. Di qada navnetewî de jî 8ê Adara îsal bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hate rêveberirin û ev formûla bi sêhr li hemû cihanê belav bû. Dirûşma Jin Jiyan Azadî bû nirxeke gerdûnî. Di nav salê de jî bi taybet îran û Rojhilatê Kurdistanê şoreşeke girîng a jinê pêl bi pêl belav bû. Li Tunis, Libnan û Berlînê jinan pirsgirêkên civakî nîqaşkirin. Di nav salê de jî têkoşîna jinê zêdetir civakî bû û bi radîkal bû. Di vê de bi taybet bandora ruhê Apoyî ku di gerîlayên YJA-STARê de li Zap, Avaşîn û Metînayê di asta lûtkeyê de gihaştiye wateya xwe, hebû. Van hemû hêz da jinan, pêşengtiya civakî ya jinan careke din nîşanî her kesî da. Serokatiya me tespîta ‘Ew ê sedsala 21’emîn bibe sedsala şoreşa jinê’ kiribû. Di nav salê de pêşketinên hatin jiyîn pêşketinên ku pêşdîtinên Serokatiya me piştrast dikir bûn. Çawa ku di sedsala 19’emîn de dihate gotin ew ê karker cîhanê rizgar bikin, di sedsala 21’emîn de jî rastiya ew ê jin cihanê rizgar bikin, bi rengekî pir zelal û şênber derket holê.

Helbet li hemberî têkoşîna jinan a ku zindî bûye û dînamîzmek qezenç kiriye, sîstema dewletparêz a baviksalarî jinên pêşeng kirin hedef. Bûyîna jin tê wateya dijbertiya sîstemê, ev rastî îsal zêdetir hate ferqkirin. Ji ber vê jinên ku bûn pêşeng, bûn lêgerînvanê azadiyê, qalibên hatine çêkirin jiyan nekir, yên awarte, bûn hedefên sîstema faşîst, qirker û mêtînger. Li Suleymaniyê heval Nagîhan Akarsel, li Parîsê Evîn Goyî hatine hedefkirin û qetlkirina wan encama vê polîtîkayê ye. Dewleta zilam, bi qetlkirina jinên azadbûyî ve dixwaze xwe îdame bike. Karaktera faşîst û zayendperest a dewletê dijminê rastiya jinên ku sînorên xwe bihurandine û jiyanê di rengê jin de dihûnin e.

DIVÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ WERE PARÇEKIRIN

Sala 2023 ji aliyê Tevgera me ve saleke pir dîrokî û stratejîk e. Îsal ew ê li hemberî faşîzm û mêtîngeriyê bi têkoşîneke pir dijwar re derbas bibe. Hêviya me ya serkeftinê ji her demê zêdetir li ser xwe û zindî ye. Di heman demê de wateyên hem dîrokî hem jî aktûel ên Newroz’a îsal hene. Weke Tevgera Azadiyê me sala 50’emîn Sala Azadiya Serokatî ya fizîkî û Newroza Serokatî bi nav kir. Lewma pêwîst e, ev Newroz bi vî ruh, coş, şer re derbas bibe. Axa me ji ber bêdermaniya êşan diperpite. Ev welatê me yê bihuşt, warên me, bi êşên civakî, bi êşên netewî diperpite. Her roj mîna ji xwedayê êşan re qûrban ser jêkin, em can didin. Em ji bîr nekin ku êş êşê xwîn xwînê dikşîne. Divê em hemû êşên civakî, şîdetê dahurînin, organîzmayên xwe yên piştgiriyê biafrînin, derman û çareseriya xwe ya civakî pêş bixin. Azadî, her roj ji xwedaya êş re bi qurbandayînê, êşa xwe zêdetir kirinê ve pêş nakeve. Li şûna zihniyeta hegemon a zilamê ku êşê bi êş zêde dike, divê em zihniyeta demokratîk a jin ku bi hezkirin, piştgirî û hevparbûnê ve çareser dike pêş bixin.

Newroz ne tenê cejn, roja berxwedanê ye. Gelê me, hêzên demokratîk, jin û ciwan divê Newroza sala 2023 bi ruhê berxwedanî û serfiraziyê pîroz bikin. Jixwe gelê me ji niha ve bernameya xwe ya Newrozê jî diyar kiriye. Divê ev Newroz ji pîrozbahiyên her sal ên Newrozê cudatir were nirxandin. Ev Newroz Newroza Serokatî ye. Bi Newroza îsal divê Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê were perçekirin û rûxandin.”