Endamên PYD'ê li Strasboûrgê sala nû ya Ocalan pîroz kirin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di ziyareta nobeda Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dewam dike de, endamên PYD'ê sala nû ya Rêberê Gelê Kurd û berxwedêran pîroz kirin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di ziyareta nobeda Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dewam dike de, endamên PYD'ê sala nû ya Rêberê Gelê Kurd û berxwedêran pîroz kirin.
Komeke ji 13 kesan ên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên li bajarê Ûlm ê Elmanyayê dijîn, li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE), bi boneya Nobeda Azadiya Ocalan a ku ev nêzî 4,5 dewam dike ziyaret kirin.
Endamên PYD'ê yên ku nobeda endamên Tevgera Jinên Azad a Ewropayê (TJK-E) didomînin ziyaret kirin, panoya li ser bi Kurdî "Sersala Rêbertiya me pîroz be"nivîsandibûn, sersala Ocalan pîroz kirin.
Di axaftinên endamên PYD'ê de hate diyarkirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.