Serdan û piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya endamê nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz û çalakgerên greva birçîbûnê didomin.
Endam û nûnerên Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û NAV-YEK’ê hatin serdana Nasir Yagiz ku 151 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.
Di serdanê de li ser navê NÇÊ hozan Xemdar axivî û got; “Dagirkeran tu rê ji me re nehiştiye. Tênê rêyek û deriyek ji mere vekiriye. Deriyê berxwedan an jî yê îxanetê. Em hunermendên Êzidî em ê şopdar û girêdayî vê xeta berxwedanê bin. Berxwedana we hêzek mezin dide kesayet û hûnera me.”
Piştre li ser navê TAJÊ Qaşem Agirman axivî û got; “Têkoşîna we di cîhanê de titşekî gelek mezin e ku bi îradeyekê wiha berxwedanê pêş dixin.”
Li ser navê NAV-YEK’ê jî Dengel axivî û got ew ê şopdarê rêya çalakgeran bin.
Nasir Yagiz jî keyfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman.