Endamên KNK’ê: Kurdistan rû bi rû yê planên qirêj in

Endamên KNK’ê, anîn ziman ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rû bi rû yê planên qirêj in û destnîşan kirin ku ev plan enceq bi yekîtiya netewî bên valaderxistin.

Endamên ku tevlî Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê ku li Silêmaniyê ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve tê birêve birin bûn, anîn ziman ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rû bi rû yê planên qirêj in û destnîşan kirin ku ev plan enceq bi yekîtiya netewî bên valaderxistin. Endamên KNK’ê Salar Mehmûd, Ebdullah Mele Nûrî û Şikrullah Mele Emîn têkildarî yekîtiya netewî ya Kurd û êrîşên li ser Efrînê ji ANF’ê re nirxandin kirin.

‘GELÊ KURD YEKÎTIYA NETEWÎ JI ME DIXWAZE’

Endamê KNK’ê û di heman demê de Parlmeterê YNK’ê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê gelê Kurd bi yek destî tevger bike û got: “Eger me yekîtiya netewî beriya niha pêk banîba, bi biryara hevpar a ji wir bihata derketin û biketa tevgerê Kerkûk nedihate dagirkirin. Îro tu kesê cesaret ne dikir ku êrîş ser Efrînê bike. Gelê Kurd yekîtiya netewî ji me dixwaze. Divêjin desetkeftiyên me biparêzin. Ji ber ku qedera me yek e. Divê em di bin stratejiyeke hevpar de tevger b ikin. Di pêşengtiya jinan û ciwanên Kurd de DAIŞ têk çû. Ew DAIŞ li dijî hemû mirovahî û cîhanê metirsî bû. Îro hemû cîhan li dijî êrîşa dagirker a li ser Efrînê bêdeng e. Em vê polîtîkaya qirêj a Iraq û Sûriye li ser gelê Kurd şemezar dikin.”

YEKAN RÊ: YEKÎTIYE

Endamê KNK’ê Ebdullah Mele Nûrî, destnîşan kir ku konsepteke ji Kobanê despê kir, bi Kerkûkê dewam kir û niha jî bi Efrînê dom dike. Nûrî wiha got: “Çaw mîna berê îro jî em bi dagirkirinê re rû bir û ne. Ji ber vê divê em bibin yek. Pêvajoyek bi Kobanê destpê kir hebû. Lê hêzên dagirker bi ser neketin. Bi Kerkûkê dewam kir. Niha bi Efrînê dom dike. Ev ji ber neyekbûn û parçebûna me tê. Ji bo vê divê em vê parçebûnê ji holê rakin divê ji her demê bêhtir kar bikin. Ji ber ku yekan e rê li pêşiya me yekîtiye.”

‘KOBANÊ SERKEFTINA RUYÊ ME YÊ YEKÎTIYÊ BÛ’

Ji endamên KNK’ê Şikrûllah Heme Emîn jî anî ziman ku serkeftina Kobanê bi ruhê yekîtiya Kurdan pêk hat û mijara Kerkûkê jî ji ber neyekîtiya netewî bû. Emîn didewama axaftina xwe de wiha got: “Li Kurdistanê birîneke me ya yekîtiya netewî heye. Lê yek doza me ya Kurdistanê heye. Serkeftina li Kobanê derketî serkeftina me tevan bû. Serkeftina hemû Kurdan bû. Şikestina li Kerkûkê jî şikestina me hemûyan bûn, şikestina hemû Kurdan bûn. Wê demê bi yekîtiyê dibe.

Îro li Efrînê doza Kurdan hemû di xeteriyê de ye. Ev gef ne tenê li ser Efrînê ye. Îro li Efrînê sibe li cihekî din, roja din li ciheke din e. Ya li ser doza Kurd gef e. Li hemberî vê gefê yekan e çeka me yekîtiya netewî ye. Hêza me ya vê heye. Em xwedî wê hêzê ne ku van planên qirêj vala derbixin. Tenê em ji xwe bawer bin.”