Endamên KÎD'ê: AKP bi navê Îslamê xwîna Kurdan dirijîne!

Endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bang li alema Îslamê kirin.

Endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) li Pirtûkxaneya Ronakbîrî û Îrfanê ya Silêmanî bi rojeva "Îslama Medîne" û "Efrînê" li hev civiyan.

Gelek mele û seyda tevlî civînê bûn. Civînê 2 saetan dewam kir.

'BI NAVÊ ÎSLAMÊ XWÎNA KURDAN DIRIJÎNIN'

Mele Niyaz Çomanî piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û bi bÎr xist ku gelê Kurd demeke dirêje li ser axa xwe zilmê dibîne. Çomanî got, "Mixabin beşeke mezin a vê zilmê bi navê Îslamê hatiye kirin. Hewl hatiye dayin ku ola ma ya bedew bikin amûrek ji bo polîtîkayên qewmî û kujer. Lê me ji roja destpêkê ve ji xwe re Îslama Medîneyê esas girt."

Çomanî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û got, "AKP û Erdogan li her çar parçeyan zilmê li Kurdan dikin. Divê alema Îslamê li ber vê zilmê rabe. Îro vê ola me ya pîroz bi kar tînin û bi navê wê, xwîna Kurdan dirijînin. Ev zilm e, divê kes bêdeng nemîne."

Endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk piştre çûn serdana Nûnertiya Kantonên Rojava ya li Başûrê Kurdistanê.