Endamên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de hatin destgîrkirin

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de 6 endamên HDP’ê li avahiya bajêr a HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbûn. Polîsan girtin ser avahiyê û 5 kes destgîr kirin.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de 6 endamên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Polîsan bi ser avahiyê de girtin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi tevlêbûna parlementera HDP’ê ya Amedê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi civîneke çapemeniyê îro diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin.

Piştî daxuyaniyê vê êvarê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê û çalakger destgîr kirin. Rojnamegerên ku xwestin vê serdegirtinê bikin nûçe, GBT’ya wan ji aliyê polîsan ve hatin kontrolkirin.

Dema ku endamên HDP’ê xwestin vê serdegirtinê qeyd bikin, polîsan bi mertalên xwe ew asteng kirin. Polîsan Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer destgîr kirin.

Parlementera HDP’e ya Amedê Dêrsim Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê û 5 endamên HDP’ê yên ku hatine destgîrkirin jî li nezaretxaneyê greva birçîbûnê didomînin.