Endamên DBP û HDP'ê: Bila tecrîd bê rakirin, veger li 'Pêvajoya Çareseriyê' bibe
Endamên DBP û HDP'ê li Sûrê li hev civiyan û xwestin, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û veger li 'Pêvajoya Çareseriyê' bibe.
Endamên DBP û HDP'ê li Sûrê li hev civiyan û xwestin, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û veger li 'Pêvajoya Çareseriyê' bibe.
Rêxistinên DBP û HDP ên navçeya Sûr a Amedê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro civîneke çapemeniyê lidar xistin. Cihê civîn hate lidarxistin ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê tevlî civîna li avahiya DBP'ê ya Sûrê bûn. Di civînê de bang li hikûmeta AKP'ê hate kirin ku li 'pêvajoya aştiyê' vegere.
'TEVÎ TECRÎDA GIRAN JÎ PARADÎGMAYA ÇARESERIYÊ DANÎ HOLÊ'
Nûrsî Şîmşek ê DBP'yî daxuyanî xwend û got, "Birêz Abdullah Ocalan ku 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye, sîstema cîhanê ya giştî, erdnîgariya bi xwîn û bi êş, bi hesasiyeta zanyar û fîlozofekî lêkolîn kir û paradîgmayeke nû danî holê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, feraseta netewe dewlet a desthilatdarparêz e û çareseriya vê yekê jî hişmendiya neteweya demokratîk e.
KOMKUJIYA ROBOSKÎ
Şîmşek salvegera komkujiya Roboskî jî bibîr xist û got, "Zîhniyeta dewletê ev 20 sal in heman e. Em vê zîhniyeta ku di Komkujiya Roboskî de sûcdar e û 5 sal in nehatiye darizandin, şermezar dikin."
BANGA JI BO PÊVAJOYÊ
Di dawiya daxuyaniyê de bang li AKP'ê hate kirin, ku tecrîda li ser Ocalan rake û ji bo dewamkirina pêvajoyê ji nû ve hevdîtinan bike.