Endamê Meclîsê ya DBP’ê Aslan hat girtin

Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya DBP’ê Selahattîn Aslan, bi boneya beyanên “şahid” hat girtin.

Endamê PM ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Selahattîn Aslan ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de biryara destgîrkirinê li ser hebû, 27ê Nîsanê dema ji bo çûyîna dayîna îfadeyê xwe li Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê hat destgîrkirin.

Aslan ê ku du rojan destgîrkirî ma, îro anîn Dadgeha Amedê. Piştî ku li dozgêriyê îfadeya xwe da, bi hinceta îfadeyên “şahid” bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin.

Aslan li wir jî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.

21 kesên ji 91 kesên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de di derbarê wan de biryara destgîrkirinê hatibû dayîn hatin girtin. Tevî Aslan, di çarçoveya lêpirsînê de hejmara girtiyan bû 22 kes.