Endama Polîtburo ya YNK'ê: Nêta dewleta Tirk dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye

Endama Polîtburo ya YNK'ê Bîlêse Cebar Ferman got, dewleta Tirk a ku beriya 100 salan ava bû êdî bi dawî bûye, lewma dixwaze xaka xwe berfireh bike.

Gelê Kurd di sedsaliya Peymana Lozanê de xwe amade dike ku Peymana Lozanê betal bike û sûdê ji guherînên bêne kirin re xwe amade bike.

Di vê çarçoveyê de 17’ê Hezîranê bi pêşengtiya Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘‘Di Sed Saliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî’ Komxebata Sed Salî ya Lozanê lidar xist û bal kişand ser metirsî û guherînên rû bidin.

Endama KNK’ê û Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman û Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr û Şoreş Xidir ên di komxebatê de amade bûn, nêrînên xwe ji ANF’ê re parvekirin.

‘DIVÊ JI GUHERÎNÊN MADEYÊN LOZANÊ RE AMADE BIN KU LI SER KÎJAN BINGEHÎ SIYASETÊ BIKIN’

Endama KNK’ê û Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman: Divê em vê bizanin ku Tirkiye dixwaze sînorê xwe mezin bike, vekirî tîne ziman ku dawî li Tirkiyeya berî niha bi sed salî pêk hatiye, dawî li Tirkiyeya Atatûrk hatiye. Ji bo wê hemû hewldana wê ew e ku sînorê xwe berfireh bike. Mînakên vê me dîtiye, piştî peymana Lozanê bi 16 salan şûnde, Tirkiye bi referandûmekê yek ji bajarên Sûriyeyê bi ser sînorê xwe ve daniye. Vê yekê jî bi îtifaqa bi Fransayê re pêk anî kiriye. Ev yek jî dide nîşandan ku guherîn li madeyên Peymana Lozanê bê anîn. Tirkiye di serî de dixwaze li Rojava û Başûrê Kurdistanê û dîsa li Yewnan û Bulgaristanê dixwaze sînorê xwe berfireh bike. 

Divê Kurd ha ji van metirsî û guherînan hebin. Ew kartên zextê yên Tirkiye hene, em dikarin çi bikin di her guherîneke madeya Lozanê de jêre amade bin. Li ser kîjan bingehê siyasetê kar bikin.

‘DIVÊ EM KARIBIN BI HELWEST Û STRATEJIYEK HEVPAR LI DIJÎ LOZANÊ RABIN’

Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr û Şoreş Xidir: Em hemû dizanin Peymana Lozanê dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn bûn. Ji vê peymanê yê herî zerermed gelê Kurd bûye ku li ser çar welatên dagirker hatiye parçekirin. 

Di vê sedsalê de gelek êrîş û qirkirin li ser gelê Kurd hatin. Jenosît li ser pêk hat. Bi hatina sedsaliya Lozanê re bi pêşengtiya KNK’ê û endamên wê xebatek baş tê kirin ku bi hemû pêkhateyên cêwaz, ol û baweriyan di bin sêwanekê de kom bikin ku li dijî Peymana Lozanê be. 

Mixabin ji ber ku Kurd heta niha nebûne xwedî projeyeke hevpar, KNK’ê vê karî daye ser milê xwe û projeyek daye pêşiya xwe di sedsaliya Lozanê de, konferanseke mezin li Lozanê lidar bixe. Armanca me bikarin helwest û stratejiyeke hevpar nîşan bidin li dijî vê peymanê.