Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Umît: Rojev berxwedana dijî faşîzma AKP-MHP'ê ye

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît got, ''Rojeva sereke ya gelê Kurd berxwedan û têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê ye'', bi gotina, ''Rêber Apo mane û xeta jiyana serbixwe û azad e'', banga geşkirina xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd kir.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît ji ANF'ê re axivî û got, ''Pêngava Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re, Dema Azadiyê ye'' ya ku armanc dike hemû zincîrên li ser jiyana demokratîk û azad a gelê Kurdistanê bişkîne, di qonaxa berdest de pir nêzîkî hedefa xwe bûye. Bêguman a ku Pêngav nêzî hedefan kirî rabûna gelê Bakurê Kurdistanê û bi xwedîderketina li armancên Pêngavê, bi rihê serhildanê şikandina dorpêça polîs û leşkeran a faşîzma AKP-MHP'ê ye û jê bihurîna wê ye.''

Umît di serî de yên li Wan, Êlihê, yên li Şirnex, Sêrt û hemû Bakurê Kurdistanê çalakiyên geş bûyî û kesên ku tevlî van çalakiyan bûne slav kir û wiha domand:

'HEKE BERXWEDANÎ HEBE NE PÊKAN E KU AKP-MHP LI SER PIYAN BIMÎNE'

''Ez hemû gelê Bakurê Kurdistanê yê welatparêz slav dikim. Her wiha hevalên ku bi çalakiya berxwedana grêva birçîbûnê li zindanên TC'ê li ber xwe didin, berxwedana zindanê slav dikim. Tevlêbûna wan li Pêngavê xwedî mane û girîngiyeke mezin e. Ya ku li Wan û Êlihê bûyî serhildan in. Ev çalakî û serhildan hîs, daxwaz û ramanên rastî yê gelê bakurê Kurdistanê nîşan didin. Bi rabûna ser piyan a gelê Kurd re, ne pêkan e ku faşîzma AKP-MHP'ê bi zor û zextê li ser piyan bimîne. Faşîzma AKP-MHP'ê heta niha bi zor û zextê li ser piyan dimîne, êdî ev nema dikare bi xwe li ser piyan bimîne. Ji bo ku hilneweşe, nefeşkile wê hewl bide ku zêdetir zor û zextê bike lê ev ê bibe hewldaneke beleheq. Ji ber ku, di rewşeke wiha de ku bakurê Kurdistanê rabûyî ser piyan ya ku pêşî wê hilweşe wê pergala zext û zordariyê be. Hişmendî û siyaseta faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bilî zor û zextê xwe nikare bispêre ser tiştekî dî, piştî ku ev ji holê rabûn, ew ê jî ji holê rabe. Dema ku faşîzma AKP-MHP'ê ji holê rabû, rejîma qirker û mêtinger a TC'ê wê ji holê rabe, gelê Kurdistanê wê azad bibe, Tirkiye wê demokratîk bibe.''

'EM LI QONAXEKE NÛ Û GIRÎNG IN'

Umît diyar kir gelê Kurdistanê bi destpêkirina serhildanan têkoşîna ji bo jiyana azad a gelê Kurd ji niha û pê ve wê pêşengiyê bike û wiha domand:

''Ev rewş ji bo Şoreşa Kurdistanê qonaxeke nû û pir girîng e. Ji ber ku gelê Bakurê Kurdistanê, pêşengî li têkoşîna azadiya gelê Kurd kir, berdêla pêşengbûnê da kir ku hebûna gelê Kurd ji nû ve derkeve holê, kir ku têkoşîna azadiyê li ser çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê dijîn ji nû ve dest pê bike û lez bike. Niha jî li dijî faşîzma AKP-MHP-Ergenekonê ku bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê, hemû qadên ku Kurd lê hene dagir bike û hewl dide hebûna me ya bi sed hezarna şehîd, bi xwîn jin û ciwanan hatî bi destxistin ji holê rake, nîşan daye ku wê rabe ser xwe, vê pêşengiyê heta dawiyê bibe. Ev qonaxa nû ya Şoreşa Kurdistanê ye û bêguman ev qonaxa serfiraziyê ye.''

'RÊBER APO XETA JIYANA SERBIXWE Û AZAD E'

Bêguman afirandêrê hemû nirx û hêjahiyên me Rêber Apo ye û ya ku herî xweş bi vê dizane gelê bakurê Kurdistanê ye. Afirandêrê vê têkoşînê û bi têkoşînê afirandêrê hemû nirxên me Rêber Apo ye, gelê me yê welatparêz e ku di rêya Wî de dimeşe û berêlên giran daye û şehîdên me ne. Ji ber vê ye ku gelê bakurê Kurdistanê her demê bêyî dudilyekê li Rêber Apo xwedî derketiye. Gelê Bakurê Kurdistanê dizane bê ka Rêber Apo tê çi maneyê. Rêber Apo mane û xeta jiyana azad û serbixwe ye. Gelê Kurd dema ku li Rêber Apo xwedî derdikeve li vê xeta têkoşînê, ango li hemû nirxên xwedî derdikeve. Gelê Bakurê Kurdistanê bi vê maneyê bi serhildanên dawî çespandiye ku yekîtiya xwe ya netewî daniye holê. Ev rewş bi esasî li çar parçeyên Kurdistanê û li her deverê ku Kurd lê dijîn pêk hatiye. Gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî ava kiriye. Ev çawa ava kiriye? Bi geşkirina bîrewerî û têkoşîna netewî ev pêk aniye. Ji ber ku pê dizane ku rêya vê jî meşa li ser xeta Rêber Apo, ango bi berxwedanê geşkirina têkoşîna azadiyê ye û li navenda dirûşmeya xwe Rêber Apo datanîne. Rêber Apo û xeta Wî hewlestek e. Helwesta jiyana serbixwe û azad e. Naxwe gelê bakurê Kurdistanê bi xwedîderketina li Rêber Apo, bi rabûna dijî tecrîda Rêber Apo, jixwe çespandiye ku meseleya yekîtiya netewî ya gelê Kurd nîne. Jixwe bi xwedîdeketina li Rêber Apo ev daniye holê. Rojeva sereke ya gelê Kurd têkoşîn û berxwedana dijî faşîzma AKP-MHP'ê ye, ku bi derketina li meydanan ev jî daniye holê.

'HER KES DIVÊ HIŞYAR BE'

Umît got vê pêvajoya dawî weke ku pirsgirêka yekîtiya netewî ya Kurd hebe, tê xwestin fikrekî wiha were çêkirin û wiha domand:

''Tê xwestin ku ser hin rastiyan were girtin. Hin rêbertî û xetên qelp derdixin pêş, tê xwestin ku pêşî li pêşveçûna Şoreşa Kurdistanê were girtin, ev meş were girnakirin û şikandin. Li dijî van polîtîkayan divê mirov hişyar be. Li Kurdistanê xeta têkoşînê zelal e û gelê Kurd jî biryardar û bêyî dudilî li ser vê xetê dimeş. Gelê Kurdistanê ev helwesta xwe bi serhildanên dawî daniye holê. Di rewşeke wiha de ku bi rengekî aşkere derketiye holê dewleta mêtinger a TC'ê bi destê faşîzma Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û AKP-MHP'ê çi tiştê ku têkilî Kurdan hebe were tinekirin, ên ku li dijî vê raneweste, em dev jê biqerin ku li dij raweste, bi wan re dimeşe, ango di ber berjewendiyên gemarî de dibe hevkarê tinekirina Kurd û Kurdistanê, heta ku mirov nli dijî vê helwest û xeta noker nebe xwedî helwest mirov çawa dikare behsa Kurdatî, yekîtiya netewî bike! Pir eşkere ye ku ev nêzîkatiyek e şaş e.

Êdî her tişt weke roniya rojê li ber çavan e. Li ber roniya rojê êdî ne hewceye ku mirov fanosê vêxe û li rastiyê bigere. Ji bo yekîtiya netewî heke wê tiştek were gotin ew jî ew e ku mirov bibîne PDK bi kujerên gelê Kurdistanê re hevkariyê dike û mirov li dijî vê raweste. Ji bilî vê êdî ti derfet nemane ku mirov li dora xwe zîzbibe, xwe dûr bigire. Heke ev were kirin ev tê maneta ku mirov çavê xwe bigire. Ti kesek nikare pirsgirêka yekîtiya netewî ya Kurd bibîne, ji ber ku ti pirsgirêke wiha ya gelê Kurd nîne. Her kes divê li helwesta xwe, li cihê xwe binere ku lê disekine. Li dijî ekîba şerê a faşîzma AKP-MHP'ê ku dijminê Kurd û Kurdistanê ye, mirov çendî têbikoşe, çendî dijî vê xetê zelal û xwedî helwesteke beloq be ew çendî xizmetê ji doza yekîtiya netewî re dike. Wê demê dema ku mijar bû yekîtiya netewî têkoşîn û rojevbûna wê ya sereke ew çend rastiyek e. Divê mirov ji vê wêdetir lê negere.''

'ROJEVA GELÊ KURD BERXWEDANA DIJÎ FAŞÎZMÊ YE'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got di rojeva gelê Kurd de berxwedana dijî faşîzma AKP-MHP'ê heye û wiha domand:

''Faşîzma AKP-MHP'ê, xeleke dawî ya înkar û îmhaya gelê Kurd a dewleta TC'ê ya mêtinger e. Ji ber ku xeleka dawî ye, ketiye halê şebekeye wiha ku bûye naenda hemû neqencî, dermirovîbûnê, kirinên kontrayî û mafyayî û bi vî rengî bi dijminatiya li Kurd û Kurdistanê, li dijî gelê Kurdistanê teknîk û amûra şerê taybet sakzar dike û wiha tê xwestin ku qirkirina Kurdan bibin serî. Gelê bakurê Kurdistanê vê rastiyê dibîne û ji ber vê rojeva têkoşîna xwe weke berxwedana dijî faşîzma AKP-MHP'ê daniye. Ev helwesteke pir raste û her kes divê vê helwestê bibîne, di rojeva çalakiya wan de, divê berxwedaniya xwe ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û nokerên hevkarên wan diyar bike. Heke faşîzma AKP-MHP'ê were hilweşandin, wê hêza dawî ya dewleta TC'ê ku xwe dispêriyê hilweşe û rejîma mêtinger berteraf bibe. Wê demê wê astengiyên li pêş yekîtî û azadiya Kurd rabin. Di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, ez bang li her kesî dikim ku bi çarçoweya Pêngava, ''Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dema azadiyê ye'' li dijî faşîzma AKP-MHP'ê zêdetir li ber xwe bide û têbikoşe. Têkoşîn divê li ser vê zemînê be û serkeftin jî li ser vê bingehê ye.''