Encu: Em ji ber nasnameya xwe hatin kuştin

Ferhat Encu di salvegera Komkujiya Roboskî de nameyek nivîsî û got, "Em berpirsyarên vê komkujiyê nas dikin. Em ne tenê ji hejariya xwe hatin kuştin, her wiha ji ber nasnameya xwe hatin kuştin."

Wekîlê berê yê Şirnexê yê Ferhat Encu ji Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê bi wesîleya salvegera 7'an a Komkujiya  Roboskî nameyek nivîsî. Encû got, komkujiya Roboskî deqeke reş e li ser dîroka mirovahiyê.

Encu diyar kir, li gel ku ev qas sal jî di ser re derbas bûne lêpirsînek jî nehatiye vekirin, berevajî vê, malbatên ku têkoşîna dadê didin têne cezarkirin û got, "Bi biryara hişmendiyeke siyasî ku wijdanê xwe avêtiye û mekanîzmaya darazê ya ku ketiye bin nîrê vê hişmendiya siyasî, sergirtina vê komkujiyê di wijdanê mirovahiyê de birînên mezin vekirin ku tim wê xwîn jê biçe. Dîrok wê vê nehiqûqiyê ji bîr neke. Wê ji bîr neke û her wiha zû dereng wê hesabê vê bêwijdaniyê jî bipirse.'"

EM JI BER NASNAMEYA XWE HATIN KUŞTIN

Encu di nameya xwe de bi domdarî got, "Em berpirsyarên komkujiyê nas dikin û dizanin. Em tenê ji hejariya xwe nehatin kuştin, her wiha ji ber nasnameya xwe û ji ber xwemaliya xwe hatin kuştin û mixabin hê jî ev komkujî didome."

BÊTIRS DIVÊ EM RASTIYÊ BIBÊJIJN

Encu her wiha got, "Mirov nikare bi tang û topan, bi F-16'an ser heqîqetê bigire. Çare tenê ew e ku ew were dîtin û naskirin. Berevajî vê, êş wê mezintir bibin. Ji bo ku careke din em êşeke wiha nekişînin, divê em vîna têkoşînê, vîna xwe nîşan bidin. Divê em axa mirî ya ku ev 3 sal in me avêtiye ser xwe divê em ji ser xwe bavêjin. Bêhtir, divê em heqîqetê, dadê vebêjin.

Gelek komkujiyên mîna Roboskê, bûyer û mirin li Enqereyê winda bûne. Desthilata AKP'ê ti berpirsyariyê li ser xwe qebûl nake û her wiha bi berevajîkirina rastiyê dixwaze ser heqîqetê binixumîne. Li dijî vê hişmendiya genî têkoşîn berpirsyariyeke wijdanî ye. Ez bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikim ku vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji bo ku bi rêya hiqûqê rastiya Roboskî ya ku hatiye kuştin derxînin holê bang li parêzerên heqiyê û hiqûqnasan dikim ku bi Roboskî re bin."