Encamnameya Konferansa ‘Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin’ hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa bi dirûşma ‘Êzidî Pêşeroşa Xwe Nîqaş Dikin’ a di dîroka 4’ê Tebaxê de bi tevlîbûna 250 delegeyên ji cihên cuda yên welat û derveyî welat pêk hat, hate eşkerekirin.

Komîteya Rêveber a konfernasê bi danezanekê encamnameya Konferansa ‘Êzidî Pêşeroşa Xwe Nîqaş Dikin’ eşkere kir.

Encamnameya konferansê wiha ye:

“Bi wesîleya 6’emîn salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an di dîroka 4-08-2020’î de bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) li Şengalê me konferanseke berfireh lidar xist. Konferansa bi dirûşmeya “Êzidî pêşeroja xwe nîqaş dikin” bi 250 beşdarvanan ku ji Êzidî, aliyên siyasî, pêkhateyên Şengalê û mêvanên ji derve, dîsa bi tevlîbûna gelek rewşenbîr û rojnameger a bi rêya telekonferansê pêk hat.

Di serî de nûner û berdevkên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ-YJŞ), qaymeqamê Şengalê Fehed Hamid gelek kesayetî û pêşengên aliyên siyasî yên weke Xal Elî, Dawûd Cindî, Seyîd Mehmûd Erecî, Saîd Betoş tevlî konferansê bûn.

KONFERANS LI SER SÊ QONAXÊN ESASÎ PÊK HAT

Di konferansê de bi sê qonaxan hatî destgirtin; Qonaxa 1’emîn bi sernavê ‘Di dîrokê de Êzidî’, di qonaxa duyemîn de ‘Fermana dawî û nêzikatiyên siayasî û qanûnî yên li hemberî vê fermanê çi ne’ û di qonaxa sêyemîn de jî ‘Şengal ji aliyê siyasî, îdarî û leşkerî ve heta kû derê’ pêk hatî gihişt encamê. Konferans bi giştî di çarçoveya hatî diyarkirin de gotûbêj hatin kirin û konferans bi awayekî serkeftî bi rêve çû.

SAZÎ Û RÊVEBERIYÊN XWESER ÊN HATÎ AVAKIRIN, CIVAKA ÊZIDÎ PEJIRANDIYE

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xelkê Êzidî yên li Şengalê mayî û li berxwedayî jiyana xwe bi rêxistin kir. Di serî de hêzên xwe yên parastinê YBŞ-YJŞ, Meclîsa Rêveber, Asayîş, sazî û dezgehên xizmetguzariyê, dîsa gelek saziyên civakî yên pêwîst hatin avakirin. Bi giştî îradeyeke serbixwe hatiye avakirin û ev îrade ji aliyê civaka Êzidî ve bi dilsozî hatiye pejirandin û hemêzkirin.

DIXWAZIN DESTÊ XWE TÊXIN NAV KARÊ Û BARÊN ÊZIDIYAN, VEGERIN BERÎ 2014’AN

Lê mixabin heta niha ne hikumeta navendî ya Iraqê, ne hikumeta Kurdistanê, ne jî hêz û rêxistinên navdewletî nexwestine vê îradeya serbixwe nas bikin. Lê belê ligel vê jî van aliyan her yek ji aliyê xwe ve dixwazin bazariyê li ser herêmên Êzidiyan û xelkê Êzidî bikin û dest bavêjin nav kar û barên Şengalê. Her yek ji van hêz û aliyên navborî li gorî xwe plan û projeyan ji bo Şengal û xelkê Êzidî û pêkhateyên Şengalê diyar dikin û dixwazin berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê weke beriya sala 2014’an dîsa bidin meşandin.

ARMANCA ESAS; PARASTINA RÊVEBERIYA SERBIXE, PARASTINA RÊVEBERIYA XWE Û DI HEMÛ ALIYAN DE PÊŞXISTINA VÊ SÎSTEMÊ

Yek ji armanca konferansa me ew bû ku vê îradeya serbixwe ku di encama ked, xwîn û hewldanên bêhempa yên şehîd û gelê me de pêk hatiye dawî li van nêzikatiyên desthilatdar û serdestan bîne bû. Ya duyemîn jî ew bû ku vê îradeya serbixwe ku xwe ji xweliya xwe afirandiye, bi israr e ku îradeya xwe ya serbixwe heta dawî biparêze, nêzikatiyên ku sih li ser vê îradeyê çêbike red bike; rewşeke aram ku di serî de Êzidî, hemû pêkhateyên Şengalê bi hev re di nav jiyaneke aştiyane û azad de bijîn, sîstema xwe ya xweser di hemû aliyan de pêşdetir bibin, berfireh bikin û mayînde bikin.

Konferansa me bi dirûşmeya, ‘Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin!’, ‘Îradeya wê ya xweser bê qebûlkirin’ û ‘Bijî pêkvejiyana azad û wekhev a pêkhateyên Şengal û Iraqê’ bi encam bû.”