Encamnameya Komxebata KNK’ê aşkere bû

KNK’ê encamnameya komxebata li Silêmanî ya li Başûrê Kurdistanê aşkere kir.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê bi xwendina encamnameya giştî ya şêwrê ku weke prensîbên yekîtiya netewî ya Başûrê Kurdistanê wê pêşkêşê Kongreya Netewî ya Kurd bikin, bi dawî bû. Encamname ya KNK’ê ya Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê ji 19 xalan pêk tê, eşkere bû.  


Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di navbera 26-27’ê meha Çileyê ya 2018’an de li bajarê Silêmanî li Otela hıghcrest bi beşdariya zêdeyî 300 kesî ji nûneran partî, aliyên siyasî, parlementer, mamosteyên zanko,  nûnerên rêxistinên medenî, lêkolîner, kesayetên serbixwe, rewşenbîr, oldarên Başûrê Kurdistanê pêk hat. Her wiha nûnerên parçeyên din yên Kurdistanê jî beşdarî Şêwra Netewî ya Başûr bûn. 
 
Ev şêwra netewî bersiveke ji komployên dewleta Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê re ye ku li ser Başûrê Kurdistanê birêve dibe û niha jî hewl didin vêya li Efrînê bi ser gelê me de bînin.
 
Encamnameya Şêwrê li ser esasê pêşniyar, daxwaz û fikrên di nava du rojan de derketin pêş hate amade kirin û erê kirin. Ev di heman demê de weke belgeya prensîbên yekîtiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê wê ji bo kongreya netewî ya Kurd were pêşkêş kirin. Di giştîyê Şêwrê de pêşniyara Hêzeke parastinê ya hevpar, dîplomasî û stratejiyeke netewî ya hevpar, ragihandineke neteweyî û sîstemeke demokratîk ya hemû gelan himbêz bike derketin pêş. Her wiha helwesta li dijî dewletên dagirker û parastina deskeftiyên Kurd li çar parçeyan jî weke xalên sereke yên şêwrê bû. 

*Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê beşeke neteweya Kurdin û bihevre neteweya Kurd pêk tînin. Yekîtiya Kurdan ji bo vê jî divê muheqeq were kirin. Yekîtiya Netewî ya Kurdan dijbertiya ti neteweyek nake û dikare û dikare qezenceke mezin ji bo demokratîzekirina Rojhilata Navîn bîne.


*Divê em dîplomasiyeke hevbeş ya azadîxwaz ya Kurdistanê pêşbixin û dîplomasiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê bibe çavkaniya dîplomasiya hevbeş ya netewî.


*Divê stratejiyekî netewî û nîştîmanî ya hevbeş di rojeva me de hebe. Di vê ya de jî Kurdistaneke azad û demokratîk ku hemû pêkhateyên Kurdistanê jî bikarin di navê de xweserî û taybetmendiyên xwe bijîn.


*Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hêzeke parastinê ya hevbeş heye û ev jî tê wateya avakirina artêşa hevbeş. Êrîş li ser her pêkhate û parçeyeke Kurdistanê pêk were, weke êrîşa li dijî tevahî Kurdistanê bizane. Ev jî dikare bihêzeke parastinê ya hevbeş parastina Kurdistanê bike.


*Em li dijî her cûre şerê navxweyîne. Divê siyaset û îdeolojî jî li gorî formatekî tendûrist be.


*Em êrîşên ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê weke êrîşa li ser hemû Kurdistanê dizanin. Ji gelê Kurdistanê û raya giştî dixwazin xwedî li Rojavayê Kurdistan derbikevin.  Em bi heman awayî piştgirî didin têkoşîna gelê me yê li herêmên nakokî li ser hene yên Başûrê Kurdistanê û dibêjin divê pirsgirêk bi rêyên aşitiyane û demokratîk werin çareseri kirin. Her wiha em ew destdirêjiya li ser van herêman bi tundî şermezar dikin.


*Em hemû destdirêjiyên dewleta Îran yên li ser Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin. Em piştgiriya têkoşîna gelê Rojhilat û hemû gelên din yên Îranê dikin. Em ji bo berjewendiyên gelê xwe daxwaz ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku nêzî hev bibin.


*Em ji bo beşdarbûna hemû xebatan piştgiriya wekheviya jin û zilaman dikin.


*Em ji hemû ragihandinan dixwazin ku li dewsa hizbayetî berjewendiyên neteweyî esas bigirin


*Em ji hemû beşdarvanên şêwra netewî daxwaz dikin ku ji bo van xalên ku hatine destnîşankirin bi berpirsyariyên xwe rabin. Yên ku vê carê beşdar nebûne yanjî nekarîne beşdar bibin jî vedixwînin kongreya netewî ya Kurdistanê ku di dema pêşde biryare were lidar xistin.


*Ew 21 xal û prensîbên KNK ji bo yekîtiya netewî eşkere kiribûn divê her aliyek û kesayetek vêya bikin bingeha xebatên xwe û ji bo pêşxistina fikrê demokrasî û netewî bixebitin.

*Em ji hemû rewşenbîr, hizb, alî, akademisyen û rêxistinên medenî daxwaz dikin ku zêdetir bawerî bi gelê xwe bidin û fikrê neteweyî pêşbixin.

*Em weke Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê slav li berxwedanên zîndanan dikin û piştgiriya têkoşîn û xebatên wan dikin.

*Heya Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî pêk were wê xebatên bi vî awayî bi şêweyên cûda cûda berdewam bike û xebatên amadekariyê jî werin meşandin.

*Ji bo pêşxistina yekîtiya netewî ya Kurdistanê roleke girîng dikeve ser milê jin û ciwan û rêxistinên medenî. Di warê pratîkî de jî divê zêdetir bixebitin û hewl bidin peywendiyên navbera rêxistinan de xurttir bikin.

*Divê rêz dayîn a hev a  hemû bawerî, netewe û pêkhateyên li Kurdistanê  hebe û zimaneke baş ya bikare bihevre bidin bistînin pêşbixin.

*Xwepêşandan, nerazîbûnên li hember desthilata herêmî beşeşeke demokrasiyêye. Her destdirêjiyeke li hember vana pêk were û xwîn were rijandin em şermezar dikin.

*Avakirina edaleta civakî û dabînkirina jiyana xelk beşeke yekîtiya netewiye. Eger beşeke gelê te bê nan û bê xizmetguzarîbe, bêkar û pêşeroj be yekîtiya netewî jî pêk nayê.

*Em weke Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê piştgiriya xebat û têkoşîna rewa ya Bakurê Kurdistanê dikin.