'Emrê xwe di ber têkoşîna azadiyê de feda kir'

Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk ku li Colemêrgê bi navê 'Dayika Sîsin' dihate naskirin, heta kêliya dawî ya emrê xwe, xwe ji têkoşînê neda alî.

Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku ji bo îfadeya li dozgeriyê 22'3e Tebaxê ji Geverê diçûn Colemêrgê, di rê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan. Di heman qezayê de Cîhan Akçelîk kurê Akçelîk jî jiyana xwe ji dest da.

Di dema qedexeya derketina derve ya li bajarên Kurdistanê de ku sala 2015'an hate ragihandin, kurekî Perîşan Akçelîk li Nisêbînê, kurekî din jî li Geverê jiyana xwe ji dest da. Perîşan Akçelîk têkoşîna ji bo aştiyê weke mîrate li pey xwe hişt. Xwarziyê Akçelîk Husret Akçelîk diyar kir ku xaltîka wê emrê xwe da aştiyê.

Têkoşîna Perîşan Akçelîk ku ji aliyê her kesî ve weke 'Dayika Sîsin' tê naskirin, piştî ku kekê wê di salên 1990'î de tevlî nava refên PKK'ê bû, bi rengekî çalak destpê kir. Perîşan Akçelîk piştî ku zewicî 5 keç, 2 kur anî dinyayê. Keça Perîşan Akçelîk Evîn Akçelîk (Nûda Gever) sala 2008'an, piştî 5 salan jî kurê wê yê herî mezin Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) tevlî nava refên PKK'ê bû. Keça wê Evîn Akçelîk li Geverê, kurê wê Kajîn Akçelîk jî li Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest da. Perîşan Akçelîk ji bo karibe cenazeyê keça xwe werbigire gelekî li ber xwe da, di encamê de jî cenazeyê keça xwe Evîn li warê xwe veşart. Perîşan Akçelîk li merasîma cenaze axivî û got, "Ji bo min bû dert ku Evîn hate qetilkirin û bedena wê ji aliyê dewletê ve hate parçekirin. Ez razî nînim ku ev têkoşîn nîvco bimîne." Bi vê gotinê soz da ku wê têkoşîna keça xwe ji cihê mayî dewam bike.

Hîn 2 meh di ser şîna wê re derbas nebû, Perîşan Çelîk di 17'ê Tebaxa 2016'an de bihîst ku kurê wê şehîd bûye. Cenazeyê kurê xwe jî Mêrdînê wergirt û li warê xwe li Geverê li kêleka keça xwe veşart. Bav Saîd Akçelîk piştî mirina zarokên xwe bi nexweşiya kanserê ket, di sala 2021'ê de jiyana xwe ji dest da. Perîşan Akçelîk hevjînê xwe li kêleka zarokên xwe spart axê û ji bo aştiyeke bi rûmet dest bi têkoşînê kir. Yekane daxwaza Perîşan Akçelîk ew bû ku li kêleka zarokên xwe bê veşartin. Tevî kurê xwe Cîhan Akçelîk ê di qezayê de jiyana xwe ji dest da, li kêleka keç û kurê xwe hate veşartin.

'EMRÊ WÊ BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ'

Husret Akçelîk anî ziman ku xaltîka wî her tim ji bo aştiyê têkoşiya, Perîşan Akçelîk piştî ku du zarokên wê şehîd bûn emrê xwe da têkoşînê. Husret Akçelîk ragihand ku xaltîka wê Perîşan li Gever û Colemêrgê gelekî dihate hezkirin û got, "Ji bo aştiyê çi kar an jî çalakiyek hebûna xaltîka min li wir bû. Zexteke giran a dewletê hebû. Me ji wan re got ku biçin Ewropayê, lê neçûn. Ji me re gotin ku wê dest ji welat û têkoşîna xwe bernedin, wê bi ti cihî ve neçin."

Husret Akçelîk bi dewamî got, "Keseke gelekî têkoşer bû. Yek armanca xwe hebû, ew jî hatina aştiyê bû. Ji bo vê jî her tim têdikoşiya. Di têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê de tevî Dayika Aştiyê Adalet Safali û kurê xwe Cîhan Akçelîk di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Xaltîka min emrê xwe da vê rêyê û li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest da. Weke malbata wê em ê xwedî li têkoşîna wê derkevin, em ê hîn bêhtir bi pêş ve bibin."

'TI CARÎ BI PAŞ VE GAV NEAVÊT'

Xizma Perîşan Akçelîk û Dayika Aştiyê Amîna Angudar jî diyar kir ku Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk tevî ku dilê xwe bi êş û keder bû, ti carî ji têkoşîna ji bo aştiyê paş ve gav neavêt. Amîna Angudar bi bîr xist ku Perîşan Akçelîk 2 ewladên xwe da têkoşînê û got, "Timî zexta dewletê li ser hebû. Beriya niha di dema qedexeya derketina derve de mala wê hate şewitandin, xerakirin, tiştek nehiştin. Tevî vê yekê jî jinûve rabû ser piyan û mala xwe jinûve çêkir. Herî dawî ji bo îfadeyê bang li wê kirin. Piştî ku çû îfadeyê û vegeriya, tevî kurê xwe di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Heta dawiya emrê xwe di bin zextê de bû, lê belê ti carî bi paş ve gav nevaêt, li ber xwe da."

'HER TIM BI GELÊ XWE RE BÛ'

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Geverê Halîme Suer jî anî ziman ku nêzî 8 salan wê Perîşan Akçelîk nas dikir û got, "Di kar de em û Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk timî bi hev re bûn. Dayikeke kedkar bû ku timî di nava kar de bû. Der heqê wê çi bibêjim wê kêm bimîne. Em ê ti carî mîrateya wê ya têkoşînê benedin, em ê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Xelkê Geverê wê têkoşîn û keda Dayika Perîşan ti carî ji bîr neke. Hem di  rojên baş de hem jî di rojên nebaş de, timî bi gelê xwe re bû. Heta ku bimire jî timî bi me re bû û têkoşîna xwe dewam kir."