Emre Aslan li Swîsreyê hat bîranîn
Şervanê MLKP'ê Emre Aslan ê di parastina Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, li bajarên Swîsre Basel, Lozan, Zurich û Bernê bi çalakiyan hat bîranîn.
Şervanê MLKP'ê Emre Aslan ê di parastina Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, li bajarên Swîsre Basel, Lozan, Zurich û Bernê bi çalakiyan hat bîranîn.
Şervanê MLKP'ê Emre Aslan ê di parastina Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, li bajarên Swîsre Basel, Lozan, Zurich û Bernê bi çalakiyan hat bîranîn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di bîranînê de sînevîzyona ji wêneyên Emre Aslan, Ozgur Ertan, Kader Korkmaz, Sîbel Bûlût, Nejat Sûphî Agirnasli, Ogûz Sarûhan, Serkan Tosûn, Arîn Mîrxan û gelek şoreşgerên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hat amadekirin, hat nîşandan.
Di axaftinên li ser navê MLKP'ê de hat destnîşankirin ku mesaja yên di parastina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane vekirî û zelal e. Hat ragihandin ku fêmkirina wan û bersiva pratîkî ya ji bo wan, bilindkirina têkoşînê ye û bal hat kişandin ser girîngiya parastina şoreşa Rojava.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bêyî partiyeke şer a şoreşger, têkoşîna polîtîk zehmet e û hat destnîşakirin, ku pêşketinên siyasî jî pêşketinên şoreşgerî ne.
Hat ragihandin ku derfetên hilbijartinên li Tirkiyeyê, zêdebûna zexta çîna serdest, zêdebûna êrîşên li hemberî jinê, êrîşên li dijî mafê perwerdeyê yê ciwanan û berxwedana li Kobanê û gelemperiya Rojava, berê ciwanan dane aliyê şoreşê û hat gotin, "Emreyan, Sîbelan di temenê ciwantiyê de jiyana xwe ji dest dan. Pêwendiya vê rewşê yekser bi van qewimîn û pêşketinan heye. Dilsoziya bi şehîdan re bi vê dibe."
Li Baselê jî jinên komunîst ên ciwan strana "Ogûl" gotin û rê li ber kêliyên hestewar vekirin. Hevserokê SYKP ê bajarê Baselê Tûncay Yilmaz jî di axaftina xwe de diyar kir ku bîranîna 'şehîdan' bi xurtkirina têkoşîna wan dibe. Yilmaz got, "Mîna rêhevalê Emre gelek rêhevalên me di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Em ê wan ji bîr nekin."
Piştî axaftinên li ser navê TKP-ML û Navenda Civaka Kurd de, mesajên ji bo Emre Aslan hatin weşandin, hatin parvekirin. Bîranîn bi soza dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re bi dawî bû.