Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Emniyeta Xinisê nahêle HDP buroya hilbijartinê veke

Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Xinisê ‘qedexe’ya propagandayê anî ser vekirina buroyê ya HDP’ê. Polîsan ji HDP’yiyan re gotin, ‘’Li rastê nesekinin, neçin hêla çepê, bila kes dernekeve şaneşînan, nerajin mîkrofonê’’.

Li Kurdistanê xwedîderketina li HDP’ê AKP-MHP qutifand. Hemû saziyên dewleta Tirk ji bo ku têkiliya gel û partiyê ji hev qut bikin her cure astengiyan tînin û ‘qedexe’yan tînin.

Li ser vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Xinisê ya Erzeromê, ku namzetên Partiya Deokratîk a Gelan (HDP) xwestin vekin; polîsan propagandaya ‘qedexe’yê anîn. Ji namzetan Mehmet Kasim Firat got polîsan dema vekirina buroyê astengî li ber wan danîne.

Firat wiha axivî: ‘’ Emniyet ji me re dibêje, ‘’neçin hêla rastê, neçin hêla çepê, bila kes dernekeve şaneşînan, bila mikrofon bi we re nebe’’. Armanca wan ew e tevdanê bikin û tundiyê li ser me bikin. Em ji pevçûnê natirsin lê ziyana pevçûnê jî dizanin. Em aştîxwaz in. Em em bi rikdarî dibêjin, ‘’aştî, biratî, mafê mirovan’. Em xurt in, xurtbûna me ji mafdarbûna me ye. Em siyaseteke birûmet dikin û em ê teqez bi ser bikevin.’’

Gel bi dirûşm û çepikan li ber buroya hilbijartinê sekiniye.