Emniyeta Amedê: Şahidê veşartî nîne

Polîsê Tirk li xwe mikur hat îfadeyên 'şahidê veşartî' ku dikirin hinceta destgîrkirin û girtin, hemû çîrok e. Emniyeta Amedê ku bersiv dayî dadgehê got, ''Şahidekî wiha yê veşartî nîne.''

Piranî caran dema ku polîsên Tirk siyasetmedar û welatparêzên Kurd destgîr dikin îfadeyên 'şahidê veşartî' dikin hincet. Van salên dawî hema hema her roj bi dehan Kurd bi îfadeyên 'şahidên veşartî' têne destgîrkirin û girtin. Hingî ev 'şahidên veşartî' zêde ne, polîs êdî di fezlekeyan de ku ji bo wan hazir dikin, nema dikarin navê kod ji wan re peyda bikin. Navê hin karekterên fîlmên Tirkan didin 'şahidên veşartî'. Ji van navan hin jê: Ezel, Cesûr, Kurtuluş, Çîçek, İçerde, Ulaş, Firar, Roma, Plevne, Kosova.

Carinan heyetên dadgehan bang li şahidên veşartî dikin ku tevlî danişînê bibin, ji ber ku îfadeyên şahidên veşartî bi rengekî cidî nayên dîtin û tê xwestin ku lêkolîna wê were kirin bê ka ev şahidên veşartî bi rastî jî hene yan na.

ANF'ê xwe gihande wê belgeyê ku ispat dike polîsên siyasî ji bo ku dosyayan dagirkirin xwe bi derewa şahidê veşartî dikin. ANF ji vê belgeyê ispat dike ku pêvajoya darizandinê çendî kêfî ye. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê têkilî şahidên veşartî muzekkereyê ji Emniyeta Amedê re dinivîse û dixwaze şahidên veşartî tevlî dadgehê bibin. Lê bersiva ku emniyetê dayî dadgehê weke li xwe mikurhatinê ye ku şahidê veşartî û îfadeyên wan çîrok in, di rastiyê de tiştekî wiha nîne.

Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê ji Emniyeta Amedê dixswaze ku şahidên veşartî yên bi navê Çîçek û Kurtuluş tevlî dadgehê bibin. Emniyeta Amedê wiha bersivê dide dadgehê: ''Derheqê şahidê bi navê Kurtuluş biryara tevdîrê ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye rakirin û ji bo ku keseke bi navê xwe yê kod Çîçek tine, hazirkirina wan pêk nehatiye.''

Ji vê tê fêhmkirin şahida veşartî ya bi navê Çîçek tine, îfadeyên wan jî bi temamî ji hêla polîsên siyasî ve ji bo ku fezleke werin danîn ji hêla xeyalî ve hatine çêkirin.