Emîne Şenyaşar: Li ber çavê min hevjînê min kuştin

Di rûniştina doza malbata Şenyaşar de, dayika wan Emîne Şenyaşar got: “Li pêş çavê min Hecî kuştin.”

2'yemîn danişîna doza derbarê bûyara xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ên di 14'ê Hezîrana Do18'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn, ya li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin. Parêzerên Yildiz ê AKP'ê hewl dan danişînê provoke bikin. Fadil Şenyaşar ê du sal in girtiye, di parastina kir de da zanîn ku wî Mehmet Şah Yildiz nekuştiye.

Destûr nehatiye dayîn ku parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Omer Farûk Gergeroglû bikevin salonê û danişînê bişopînin. Di danişîna dest pê kir de bersûc û gazinkeran parastin kirin.

Hevjîna Celal Şenyaşar ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Huriye Şenyaşar destpêkê parastin kir û bûyera li nexweşxanê hat jiyîn vegot: "Dema ez çûn nexweşxanê min dît ku hevjînê min Celal birîndar bûye. Celal ez dîtim û destê xwe dirêjî min kir. Dûre wî girtin odeyê. Pişt re min dît ku kesekê gumlekê wî yê sipî di nava xwînê de mayî, ji odeyê derket. Hevjînê min wan kuşt."

‘LI SER SEDYEYÊ EW KUŞTIN’

Piştre Mehmet Şenyaşar şahidiya xwe ya derbarê bûyerê de vegot. Şenyaşar, diyar kir ku dema ku çûye cihê bûyer ditiye ku 2 birayên wî bi birîndarî li erdê dirêjkirî bûne û wiha got: “Ji min alîkarî xwestin. Ez metil mabûm. Ambûlans dereng hat. Ez bi birayê xwe Adil re bi ambûlansê çûm nexweşxaneyê. Piştî em ji ambûlansê pêya bûm aliyê hember li ser sedyêyê gule li birayê min reşandin û ew qetilkirin.”

Ferît Şenyaşa ê gazindker ku ji bûyerê birîndar xelas bû jî diyar kir ku destpêkê li cihê karê wan piştî axaftinê kesên li cem parlamenter gotine ku em ders bidin vana û ev tişt anî ziman: “Piştî vê gotinê derketin çûn. Piştre telefon ji min re hat. Dema ku ez çûm cihê bûyerê di ser dilê birayê min de bûn. Di destê min de jî dar hebû, min jî bi vî darî dirêjî wan kir da ku belav bibin. Dema min wiha kir êrîşî min jî kirin û bi ser min de girtin. Ji ber derbin ku min xwar ji ser hişê xwe çûm.”

‘LI BER ÇAVÊ MIN HECÎ KUŞTIN’

Emîna Şenyaşar ku hevjîn û 2 zarokên wê di bûyerê hatibûn kuştin jî qala bûyerê kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “40 sal e malbata min li wir esnafiyê dike. Me bi rêxistinê sûcdar dikin. Heke em wisa bin çima kirêciyên me yên polis û leşker hene. Nebiyekî min agahiya bûyerê da min. Dema ku ez ber bi dukkanê ve diçûm, niştecihên taxê min asteng kirin û gotin ku zarokên min hatine kuştin. Gotin ku neçe dê te jî bikujin. Lê min hewl da biçim dukkanê. Polisan cihê bûyerê dorpêç kiribûn û destûr nedan ku ez derbasî dukkanê bibim. Piştre bi wesayîtekê çûm nexweşxaneyê. Wê demê min dît ku hevjînê min ji gelek cihên xwe hatiye kêrkirin. Li ber çavê min Hecî li nexweşxaneyê kuştin. Wê demê firseta ku ez bi zarokên xwe yên birîndar hevdîn bikim çênebû.” Emîne Şenyaşar, di dema de vegotina xwe de tim giriya.

Pişt re Fadil Şenyaşar ê girtî tê darizandin ji Girtîgeha Xarpêtê ku du sal in di hucreyê de tê ragirtin bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û wiha parastina xwe kir: “25 sal in ez li dikana xwe esnafiyê dikim. Dema hilbijartinê bû. Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî û yên li gel wî hatin dikana min. Min jî di wê kêliyê de ji wekîl re got xizmên te diziyê dikin. Min got beriya her tiştî hûn vê problemê çareser bikin. Wekîl ji min re got ‘tu çawa wisa ji min re dibêjî.’ Pişt re ev çûne dikana me ya din. Nimreyek nas nakim li min geriya û got li birayên te xistine. Ez û birayê xwe Ferît çûn. Di destê min de çek û di destê Ferît de jî dar hebû û em çûn dikanê. Dema min dîmenên li dikanê dît ber çavê min reş bû. Min sê dest li ser hev gule reşand. Lê min kesî hedef nîşan neda û min gule reşand. Di îdianameyê de tê gotin ku min 8 car gule berdaye. Lê min tenê 3 gule berdane. Pişt re xizmê Yildiz ê AKP’yî êrişî min kirin û min bêbandor kirin. Çeka min ji destê min girtin. Teqez min Mehmet Şah Yildiz nekuştiye. Ez dixwazim werim berdan û beratkirin.”

‘YILDIZ DANIŞÎN PROVAKE KIR

Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî jî muştekî hat guhdarkirin. Yildiz îdia kir ku ew ji bo welat û xelkê xebitiye û bûyer veguherandine siyasetê. Yildiz îdia kir ku ji ber ew AKP’yî ye komplo lê kirine. Di vê navberê de parêzerên malbata Şenyaşar mudaxeleyî axaftina Yildiz kirin. Her wiha parêzerên AKP’iyan jî kêlî bi kêlî bi gotin û berizînê xwestin malbata Şenyaşar û danişînê provoke bikin.

Yildiz ê AKP’yî û parêzerên wî xwestin têkiliya Haci Esvet Şenyaşar û “rêxistinê” bi hev ve girê bidin û ketin pey vê lêgerînê. Serokê dadgehê jî bertek nîşan dabû û gotibû “em li vir însanek hatiye kuştin nadarizînin.” Dadger destûr neda axaftina xwe bidomînin.

Dadger navber da danişînê. Piştî danişînê dê danişîn bi beyanên bersûc Enver Yildiz berdewam bike.