Emîne Şenyaşar îfade da

Emîne Şenyaşar bi hinceta ku 'heqaret' li Wezîrê Navxwe yê Tirk Sulayman Soylu kiriye, îfade da.

Nobeta çalakiyê ya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît a li ber avahiya edliyê ya Rihayê di roja 186'an de didome. Malbatê bi dowîzên bi nivîsa, ''em tenê dadê dixwazin'' nobet da destpêkirin.

Dema nobetê yadê Emîne Şenşyaşar agahdar bû ku bi hinceta heqaret li Wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz kiriye li Dadgeha Cezayê Giran a Esliyê ya 2'yan a Rihayê doz lê hatiye vekirin, her wiha di eynî axaftinê de bi hinceta ku heqaret li Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soyl kiriye, Dozgeriya Komarê ya Rihayê bang li yadê Emine kir ku îfade bide. Emîne Şenyaşar di îfadeya xwe de got wê heqerat li kesî nekiriy û piştî îfadeyê malbatê çalakiya xwe domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal li dijî doza 'heqerat'ê helwest nîşan da û got, ''Dema ku gilihkar wekîlên AKP'ê bin bi bayê bezê dozê vedikin. Ji bo dayika ku li dadê digere 4 sal cezayê hepsê tê xwestin. Wekîl Yildiz û malbata xwe li ber kameraya ewlehiyê 3 mirov kuştin, ev 3,5 sal derbas bûn. Hê jî doz nehatiye vekirin.''