Emîne Şenyaşar di roja rûniştinê de jî li nobedê ye

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê di êrişa AKP'iyan de hatin qetilkirin, di dema rûniştina kurê wê yê di êrişê de birîndar bû û hate girtin Fadil de, çalakiya 'nobedê' dewam kir.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" çalakiya xwe ya nobedê di roja 25'an de dewam dike.

Ferît Şenyaşar ji bo tevlî rûniştina 7'an a doza li Dadgeha Cezayê Giran a 3'emîn a Meletiyê bibe, çû Meletiyê û nobed radestî birayê xwe Mehmet Şenyaşar kir ku ew jî di heman êrişê de birîndar bû. Di dema destpêkirina rûniştina dozê de dayik Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Mehmet Şenyaşar li ber Edliyeya Stenbolê dest bi çalakiya nobedê kir. Emîne Şenyaşar diyar kir ku ew li bendê ne biryar di rûniştinê de bê dayin.

Emîne Şenyaşar anî ziman ku yên zarokên wan kuştine serbest in û got, "Em edaletê dixwazin."

Emîne Şenyaşar tevlî rûniştina beriya niha nebûbû û li ber edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû.