Emîne Şenyaşar cara 16'emîn birin midûriyeta polîsan

Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hatiye qetilkirin û di roja 406'an a berxwedanê de, bi hinceta 'heqaretê' cara 16’emîn birin Midûriyeta Polîsan.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021'ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 406’an de dewam kir. Malbatê danê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir.

Di dema nobedê de pankarta "Nobeta me ya edaletê di roja 406'an de ye. Naxwazim li ber edliyeyê bimirim. We zarokên min û hevjînê min li nexweşxaneyê qetil kirin. Neviyên min ên sêwî hewcedariya min in" hat vekirin.

Ferît Şenyaşar got, "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk hat. Ji Waliyê Rihayê heta Serokomar vê yekê baş dizane. Komkujiyek bi çi awayî hatiye kirin di îfadeya bijîşkê lezgîn de cih digre."

Ferît Şenyaşar got, "Dema ku wekîlên mûxalefetê pêşniyara lêkolînê ya têkildarî bûyerê pêşkêşî meclîsê dikin, bi dengên AKP'ê tê redkirin. Hemû wekîlên ku red dikin, dibin şirîkê vê çewisandinê."

'HERIN ÎFADEYA KESÊN KU ZAROKÊN MIN QETIL KIRINE BIGIRIN'

Emîne Şenyaşar dema di dema çalakiyê de cara 16'emîn bi îdîaya ku 'heqaret' li polîsan kiriye, birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Şenyaşar nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Hûn derdora qereqolê nîşanî me didin. Herin îfadeya kesên zarokên min qetil kirin bistînin, dest ji me berdin."

Emîne Şenyaşar ji bo îfadeyê bide birin midûriyeta polîsan.

Hate hînbûn ku wê dayik wek nerazîbûn li emniyetê îfadeyê nede, wê li dozgeriyê îfadeyê bide.