'Em zarokên vê xakê ne, koka me di vê axê de ye'

Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr bi bîr xist ku ew zarokên vê axê ne û warê xwe diparêzin. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico jî li dijî êrişên dagirkeriyê banga yekîtiyê li gelê Kurd û civaka Êzidî kir.

Dewleta Tirk dagirker li dijî Şingalê tevgerên balafirên keşfê didomîne. Her wiha piştî êrîşa 15’ê Hezîranê ku 15 dever li Şengalê kirin hedef, herî dawî 23 û 25’ê Tebaxê jî êrîşên hewayî pêk anî. Têkildarî mijarê ji Fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr û Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico ji radyoya Dengê Welat re axivîn.

Nirxandina Feqîr û Haco wiha ye:

Di demên dawiyê de tevgerek zêde ya balafirên keşfê li ser Şingalê heye, beriya niha jî 1’ê Hezîranê dewleta Tirk ya dagirker êrîşî anî ser Şingalê herî dawî jî 23’yê Tebaxê û 25’ê Tebaxê cardin êrîş anî, armanca dewleta Tirk bi van êrîşan çiye?

Fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr:

Ev ne tiştekî nûye, dibe ku hinek rewş hatibin guhertin. Faşîzma dewleta Tirk her carê li ser Şingalê êrîşên hewayî lidardixe. Ji ber ku hevkariyê wan bi DAÎŞê re, planên wan yê li ser Şingalê pêk nehat, van êrîşan pêk tînîn. Di van demên dawiyê de taybet bê navber balafirên dewleta Tirk li ser Şingalê digerin. Bê ku otorîteya Iraqê bidin berçav, sînorê Iraq derbas dikin, hemû pîvanên hûqûqî derbas dikin û êrîşî qewetê me dikin. Di Van rojan de du caran li ser qewetê me êrîş çêbûn. Him medenî, him jî qewetên me YBŞ’ê ku di Iraqê de wek Focî Nesrîn tê naskirin, dikin hedef. Lê ji ber YBŞ bi vî navî hat avakirin, her car wisa tê pênasekirin. Vê dawiyê bi şerê Heftanînê re planek wan ya berfireh heye. Mesele tenê Şingal nîne. Mesele ne Heftanîn tenê ye jî. Tê zanîn cêşê Iraqê li vir e, hûkimeta Iraqê li vir e. Em jî hêzeke Iraqî ne. Ew bixwe jî dizanin em tên naskirin. Ev binpêkirinên wan ne tiştek ji rêzê ye, planek wan ya dagirkeriyê ye. Tiştê ku dixwazin yek miletê Şengalê venegere, didu hêzê Şengalê weke hêzek ne rewa bidin nîşan. Wê Musil jî ji xwe re bi şeklekî bike hedef. Yekser an jî ne yekser wê bi hindik rêk û rêbazan bi rêka DAÎŞ dest bavêje Musilê jî. Li hember van êrîş û planên dagirkeriya Wekî tê zanîn dewleta Tirk bi qûrban û heyrana fêhm nake, heta bi çavsorî êrîşê tîne û tu sînoran nasnake. Hikumeta Iraqê helwestek tund nedaye. Serdana serokvezîrê Iraqê ji bo Emerîkayê çêbû. Dikarin helwestê Ereban li dijî van êrîşan derxin pêş. Dikarin şîkayeta xwe li gel NY bikin. Dewleta Tirk endamekî NATO ye, dikarin wek helwest gîlîyê xwe bibin gel NATO jî. Diviya heya niha konsol û sefaretên TIrkiye bihatibe seknandin, tekiliyên ticarî dikarin qut bikin.

Dewleta Tirk tiştê ku li Efrîn dike, tiştê ku li Îdlîp, Serêkaniyê dike û dixwaze temamê Rojava bike, dixwaze heman tiştan li vir jî pêk bîne. Dixwazin Şingal jî, Musil jî, Tilefer jî bi tevahî bigrin. Destê xwe hetanî Efrîqa avêtine. Her wiha wek çareseriya dawiyê jî, divê cêşê Iraqê, Heşdî Şabî jî û tevahî hêzên li Şingal û miletê me ya Êzîdî li hember dewleta Tirk bisekinin û li hember van êrîşan helwestên tund nişan bikin. Dewlata Iraqê dikare li hember Tirkiyê bêje heger hûn van êrîşan nedin seknandin wê hêzên me li dijî we şer bike, ev jî helwestek e. Hûkimeta Iraqê dikare SÎHA’yên Tirka li ser Şengalê bi şeklekî qedexe bike. Lê heya niha ev helwest nehatiye girtin. Helwestê gel helwestekî zelal e. Ne tenê Miletê Êzîdî, miletê Iraqê jî dagirkeriyê qebul nake. PKK ji vê derê derketiye. Lê hinek kesayet hene, mirov nizane çawa binav bike, li ser Şingalê hevkarî, xiyanet û karên qirêj dikin. Ew kesên wisa dikin, ji Ezdayetiya xwe derketine, dest ji çand û baweriya xwe kişane. Kesên wisa YBŞ ê an jî hêzên Focî Nesîn wekî PKK ê nişan didin. PKK çawa hat û çawa çû her kes dizane. Wextê êrîş li ser Şingalê çêbû, PKK hat û Şingalê de Êzîdîyan ji fermanê rizgar kir, lê çikir PKK ê? Ma suç kiriye ku keç û xortên Êzîdî ji bo parastina xwe bikin perwerde kiriye? Hesabê vê yekê pirs dikin, çima PKK’ê mûdaxeleya Şingalê kiriye û ne hiştiye ku hemû Êzîdî tine bibin. Çima xortê Êzîdîya hemû nehatine şerjê kirin, çima keçên Êzîdî hemû nehatine girtin, çima zarokên Êzîdyan bi hişmendiya DAÎŞ’ê nehat perwerdekirin, ji ber ku PKK’ê rê li vê girtiye wekî PKK’ê sucek kiriye destnîşan dikin. Hindek kesên ku ne Êzîdî ne derdikevin ser qenalanê televîzyonê û dibêjin PKK li wêderê heye. Kesek pirsgirêkê xwe bi me re hebe, ev meydan e. Yê tiştekî wî bi YBŞ re hebe, cesaret dike, dil û cigerê wî hebe, YBŞ tê naskirin, li vir e, herkes dizane YBŞ çiye, heger karibin bila kerem bikin YBŞ’ê ji vir derxînîn. Em vê ji kesî pirs nakin. Wextê me xwe ava kir, me ji kesî pirs nekir ku em ê xwe ava bikin. YBŞ di nav pêlên xwînê de hat avakirin. Yê vê qebul bike bila bike, yê neke jî bila serê xwe li dîwara bidin. Kesên bi riya MÎT’ê, bi rîya PDK’ê xayîntî û hevkarî dikin û destê wan di xwîna van şehîdan de heye û diçin bîst û çar seatan di ragihandina de diaxivin heger cesareta wan heye bila werin vêderê. Me YBŞ xwe ji ber kesî venaşertiya. Em li çiyayê Şingalê hene, em di hemû gundê Şingalê de hene. Em zarokê vê axê ne, kî kê ji kuderê derdixe? Ne kes, ne jî bavê tu kesî nikare YBŞ ê ji vêderê derxîne.

Bila hemû diya baş zanibe me di bin van kevir û daran de dilop dilop xwîna şehîdan rijandiye. Me gelek şehîd li vir daye. Ev mehek wisa ye ku meha fermanê ye. Dewleta Tirk her sal bi van êrîşan dîsa fermanê tîne bîra me. Her sal peyam dide me ku dibêjin ferman li ser serê we xilas nebûye. Hevalê Zekî kirin hedef, hevalê Zerdeşt kirin hedef, çiyayê Şingalê dikin hedef, niha jî cardin li ser ragihandinan gef li civaka me ya Êzîdî dixwin.

Hindek kes jî hene, derdikevin ragihandinan dibêjin PKK’ê zarokê me revandine. Wan li pêş çavê dinyayê hemûyan digotin em ne Iraqî ne jî. Em wisa jî nabêjin. Lê bi rastî ev nêzîkatî eyb in. Ne rast e ku derdikevin dibêjin PKK zarokê me revandine. Kî tevlî PKK ê dibe, bila bibe, kes nikare pêşî li kesî bigre. Wextê PKK hat vê derê jî Tirk di nav de hebûn, Alman hebûn, Ewropî tê de hebûn, Ereb nav de hebûn., Kurd, Êzîdî hebûn. Kesên wisa derdikevin diaxivin ji Ezdatî derketine û tiştek ji Ezdatî fêhm nekirine.

‘EM ZAROKÊN VÊ XAKÊ NE, KOKA ME DI VÊ AXÊ DE YE’

Hindek kes di ragihandinan de dibêjin Şingal ne aram e? Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînîn?

Qederekê miletê Êzîdî li Şingalê heye. Em werin berî fermanê. Kesên ku divêjin Şingal ne aram e, xelekek li dora Êzîdîya çêkiribûn, nedihiştin Êzdîyek derkeve ber deriyê xwe. Wextê teqîna Tilezer û SÎba Şêxxidir çêbû, kesek xuya nekir, tenê ji bo Êzîdî dernekevin sîmek li dora Êzîdîyan çêkiribûn. Bi sedan xortê Êzîdiyan di zindanê wan de îşkence dîtîn. Nenûkê wan dikşandin, daliqandî diman hetanî sibehê. Bi lêdan, bi tirsandin û rojên zivistanê av li wan dikirin û li ber seqemê dihiştin. Ew ya xwe nabêjin. Lê niha çi li Şingalê heye? Niha di nav YBŞ’ê de dîsîplînek heye û xelk bi zarokên xwe bawer in, ji ber yên wan diparêzin zarokê wan in.

Vê dema dawiyê nêzikatiyê herêma Kurdistan û rewa kirina êrîşên dewleta Tirk tiştekî ne exlaqî ye. Lazim bû ruyê xwe ya reş, sîpî bikin lê niha hewildidin ruyê xwe ya din jî li ber Êzîdîyan reş bikin. Wisa dikin ku tê bêjî qey PDK ê di Şingal de nebe, Şingal kêr nayê. We çi bi serê Şingalê anî, we çi ji Şingalê kir herkes dizane. Di fermanê de him civaka me ya Êzîdî ne parastin, him jî nehiştin civak xwe biparêze. HPG’ê daxuyanî da û got ew ê werin Şingalê biparêzin. Ew dem 12 gerîlayên şandin Şingalê, çend kes ji wan hatin girtin ji aliyê PDK’ê ve. PDK niha dîsa dixwaze êrîşên li ser Şingalê rewa nîşan bide. Ma kesek ji me heya niha ji PDK’ê re gotiye pêşmergê xwe ji Dihokê derxe? Lê ew jî dizanin ew nikarin me ji vir derxin, ne niha ne jî piştre. Evder axa me ye, em li ser vê erdê çêbûne. Em zarokê vê axê ne, koka me di vê axê de ye. Heya niha ji ber vê hetîketiya xwe lêborînek xwe ji Şingalê ne xwestine. Lazime miletê me yê Êzîdî hişyar be. Li Bakurê Kurdistanê dibe, li Başûrê Kurdistanê dibe, li Rojavayê Kurdistanê dibe, li Ewropa dibe pêwîste miletê me ya Êzîdî nekevin xefikê MÎT’ê û PDK’ê de. Kesekî destê wî têkeve xwîna me emê hesabê cuda bipirsin û em efû nakin.

‘EM ÊRÎŞÊ NABIN SER KESÎ LÊ KU ANÎN SER ME EM Ê NIRXÊN XWE BIPARÊZIN’

Di van demê dawiyê de tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk û êrîşên hewayî li ser Şingalê hûn bi çive girêdidin. ?

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico:

Şingal di demeke dîrokî û pir hesas re derbas dibe. Êrîşên cuda li ser ŞIngalê tê kirin. Li her çar aliyan him hûkimeta Iraq, him hûkimeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk mirov dikare bêje li hev kirine. Her yek ji aliyê xwe ve êrîşan li ser Şingalê pêş dixînîn. Serî de dewleta Tirk van êrîşan pêş dixîne, balafirên keşfê 24 seatan li ezmanê Şingalê difirin. Gelek caran sîvîl û YBŞ ê dikin hedefa xwe. Di demê borî de du êrîş çêbûn li ser Şingalê. Careke trêmpelek medenî kirin hedef, ew jî cimaya wan bû, diçûn wêderê. Dema xwestin biçin ber Şêxmend, lêdan, lê hedefa xwe bicîh neanîn, kesek şehîd nebû lê zirarê maddî çêbû. Hedefa dewleta TIrk diyar û berçav e. Dewleta Tirk li vêderê karê ku DAÎŞ nekir, ew dike. Kiryarê DAÎŞ, êrîşên DAÎŞ, planên DAÎŞ ser me de niha pêk tînîn. Dema dîtîn ku DAÎŞ bi ser neket, dixwazin vê carê ew şuna DAÎŞ van kiryaran pêk bînîn. Dixwazin li Şingalê jî guhertinek demografîk çêbikin. Ji bo 20 salê din neviyê Êzîdyan nizanibin kî ne. Lê dewleta Tirk vê yekê bi tena serê xwe nake. Mînak hûkimeta herêma Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk rewa dike, Tirk lê dide PDK van êrîşan fermî dike û rewa nîşan dide. Rêveberiyek, hêzek, îradeyek, felsefeyek li Şingalê derketiye dixwazin vê têk bibin. MÎT’a Tirk û Parastina PDK’ê li Şingalê li ser însanan dixebitin. Gelek ciwan hene, gelek kesên nezan hene sîxortî dikin, PDK û MÎT’a wan dikşînîn van rêkan lê em bang dikin ku ji van rêkan bizivirin û heqê kesî nîne ku destê wan di xwîna şehîdan de hebe. Hîna Şingal bîrînên xwe nepêçane. Pêwîst e hûkimeta Iraqê, serokwezîrê Iraqê rolê xwe bilîzîn, ji ber Şingal beşek ji Iraqê ye. Her ku dewleta Tirk êrîş dike, civaka Êzîdî zêdetir xurt dibe. Vê dawiyê dema dewleta Tirk êrîş kir, dayik û malbat hemû revîyan cihê lêdanê. Ev îradeyeke, dayik dibêjin dema lêdan çêbû em ê biçin zarokê xwe biparêzin û xwe bikin mertal. Her ku Tirkî lêdide em xurttir dibin. Me serî ji bapîrê Erdoxan re ne danîye emê ji Erdoxan re daynin ma? Em bixwe êrîşê nabin ser kesî lê ku werin êrşî bînin ser me, em ê parastina xwe bikin û em ê nirxê xwe biparêzin.

‘PKK DIKIN HINCET’

Gelek car dikin hîncet dibêjin ji ber ku PKK li wir e ew êrîşê tînin. Derheqê vê çi dibêjî?

Ji ber îradeyek, rêveberiyek, seknek civaka Êzîdî çêbûye lewma ji bo ev hêz rabe hertiştî dike. Ne ji ber Erdogan, ma qey dema Osmaniyan de jî PKK li vir hebû? Ma ew neviyên Erdogan DAÎŞ’ê dema êrîşî vir kir PKK li vir hebû?

Dema ku êrîş anîn ser vir, yên ku em parastin PKK bû, bi wan, bi fikir û felsefeya wan îro em xwe li ser pîyan digrin. Tiştê dixwastin bikin, valakirina Şingalê bû. Dixwastin Şingalê dagir bikin, ji ber PKK’ê nehişt dagir bikin van êrîşan tînin û PKK’ê dikin hincet. Em ê timî bibin derziyek û di çavê wan re biçin. Çawa bav û bapîrê me gotine em ê serê xwe bidin, lê em sirê xwe nadin, em ê jî li pey vê şopê bin, em ê ser bidin lê em sir nadin.

‘BILA ÊZÎDÎ YEKITIYA XWE AVA BIKIN’

Ev êrîş tesîreke çawa li derûniya gel dike, li ser vegera gel têsîra xwe heye yan na?

Têsîra xwe li ser gel pozîtîf e, piştî van êrîşan bi hezaran malbat vegeriyan ser xaka xwe, ji ber PDK dibe asteng zêde nikarin werin, ruxmê vêy ekê xelk ji bo vegera xaka xwe hertiştî dikin û hewil didin xwe bigîhîn Şingalê. Êdî milet guh nade êrîşan , êdî ev êrîş buye şêwazê jiyana me. Ev civak xwe li gor van zehmetiyan û li gor rewşa şer amadkirin e. Yê biser dikeve ev civak e, îradeya vê civakê ye.

Em banga Êzîdîyan dikin ku tifaq û yekitiyekê ava bikin, li kûderê Êzîdîyek hebe divê xwe berpirsyar bibîne û xwedî li Şingalê derkevin, pêwîst e li Ewropa jî bi çalakiyan, xwedî li Şingalê derkevin. Êdî divê em bi sekna xwe dîrokê bi tîpên zêrîn binîvîsînîn.