'Em xwedî li zarokên xwe derkevin'

Pîra Azad Bayram ê ku 76 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Remziye Bayram, çalakiya neviyê xwe nirxand û got: “Mirin be mirin, girtin be girtin. Canê me ji yê wan ne bi qîmetire. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin.”

Li Girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê û çalakiya wan didome. Girtî tevî hemû hewldanên provakatîf û zextên girtîgehan jî di berxwedana xwe de bi israr in û dibêjin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin.

‘WÊ SERKETIN A ME BE’

Girtiyê bi navê Azad Bayram, 8 meh berê li Farqînê dema li mêvahiyê bû hat girtin. Bayram piştî hate girtin, 3 mehan li Girtigeha Êlihê ma. Niha 5 meh in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye. Azad Bayram ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de ye. Têkildarî rewşa Azad Bayram, Pîra wî Remziye Bayram agahî da û anî ziman ku rewşa neviyê wê gelek xirabe û got: “Dema çûm girtîgehê pir zeîf bûbûn. Min ew hembêz kirin. Neviyê min got, ‘Divê her kes derkeve qadan û çi ji destê wan bê bikin. Her kes di grevê de ye. Em jî weke wan in. Heta tecrîd tê şikandin em ê li ber xwe bidin. Em bawer dikin ku dê tecrîd bi berxwedanê bê şikandin. Dê serkeftin a me be.”

‘EM QADAN NETERIKÎNIN’

Bayram anî ziman ew dixwazin ku daxwazên zarokên wan pêk bên û got: “Ji roja 1’ê Adarê heta niha neviyê min 10 kîlo dan. Ev bêdengî hem zarokên me û hem jî me aciz dike. Ger sibe agahiya şehadeta zarokên me ji girtîgehan were, sûcê me jî di vir de heye. Îro ji derveyî dayikan Amed pir bêdenge. Divê hemû dayik rabin ser piyan. Lazime ku em hemû malbat bibin yek û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ger em xwedî zarokên xwe dernekevin, dê kes xwedî zarokên me dernekevin. Ev zarok zarokên me hemûyane. Îro zarokên me li ger mirinê ne. Girtiyan mirin dane ber çavên xwe. Divê em jî xwedî wan derkevin. Bila rojek berî rojekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Helbet wê roj bê ew jî azad bibin. Em dayik in, kezeba me dişewite. Em bibin yek, em qada neterikînin. Em li her derî daxwaza zarokên xwe bilêv bikin.”

‘TECRÎD LI HER DERÊ BELAV BÛYE’

Remziye Bayram destnişan kir ku dema diçe qada çalakiyê ji bo piştevaniya neviyê xwe, ji malê heta qada çalakiyê li her derê polîs hene û axaftina xwe wiha domand: “Ez ji malê heta qadê li her kolanê rastî polîsan têm. Ev bi xwe tecrîd e. Ma ev ne tecrîd be çiye? Zarokên Kurdan digirin, winda dikin û tecrîd dikin. Niha parka em lê çalakiyê li dar dixin dorpêç kirine. Ma ev ne tecrîd e? Tecrît li her derê welat belav bûye. Em di hindirê mala xwe de jî tên tecrîd kirin.”

‘JI BO PÊŞEROJA GEL DI GREVÊ DENE’

Bayram, banga hestiyariyê li raya giştî kir û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Îro hemû kesan çav û guhên xwe girtine. Bila guh bidin wijdanê xwe. Ger îro zarokên me jiyana xwe ji dest bidin, êdî ew mafê me yê em rondikan jî bibarînin tuneye. Ji ber divê em xwedî wan derkevin. Canê me ji yê wan ne bi qîmetire. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim. Xwedî çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin. Ew ne ji bo xwe û malbatên xwe, ji bo pêşeroja gel ketin greva birçîbûnê. Ev gel deyndarê wane.  Ji bo gelê Kurd ê mezlûm ketin greva birçîbûnê. Bila hemû kes tiştên ji destên wan tên bikin.”