‘Em neçar man warê xwe bihêlin’

"Divê gelê me tim li ser piyan be heta ku mirovên me yên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin werin rizgakirin û heta ku mafê Êzîdiyan were dayin."

Ciwanê Êzidî yê bi navê Merwan Malo ê ku ji gundê Borik e, li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re ji ajansa me re axivî.

“Şengal wek du parçe dihat naskirin; milê başûrê çiyê û milê bakûrê çiyê. Di vir de aliyê başûr ê navendê ji me bêtir zor û zehmetî dîtin û hinek ji çîrokên wan jî insanên me ên hatin girtin wek Nadiya Murad û çendên din ku tê de zehmetî û qetilamên bi ser wir de çêbûbûn anîn ziman û diyar kirin”. 

Malo axaftina xwe wiha dewam kir:  “Me hemiyan zehmetî dît, lê ne wek hev, malabata me li gundê Borik bû dema bûyer qewimî, em şeş rojan di çiya de man, piştî rêkek hate vekirin ji aliyê şervaên YPG’ê û YPJ’ê ve em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn”.

Malo wiha bi nav de çû: “ 10’ê Tîrmeha 2014’an  Parêzgeha Musilê ket destê çeteyên Daiş’ê, ji wê demê û şûn de hêdî hêdî Şengal dihat dorpêçkirin heya   3’ê Tebaxê ku êdî dewra me jî hat. Di 3’yê Tebaxê de çeteyan êrîşî gundên me ên nêzî Ereban kirin, weka gundê Girizerik, Til Qeseb û Sîba Şêx Xidir. Piştre şerek dijwar di navbera şervanên Êzidiyan û çeteyan de qewimî, di encam de hêza ku pararastina me dikir ji pişt me vekişiyan û em neçar man ji warê xwe birevin û berê xwe bidin çiyayê Şengalê da ku em malbatên xwe xilas kin”.

Malo di dawaiya axaftina xwede bang li Êzidiyan kir û wiha got:’ Her roj gelê me di destê DAIŞ’a hov de jiyaneke dijwar dijî, ji bo vê jî divê gelê me tim li ser piyan be heta ku mirovên me yên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin werin rizgakirin û heta ku mafê Êzîdiyan were dayin. Ji bo vê em hêvî ji gelê xwe yê Êzîdî dikin ku ji bo bîranîna roja reş, 3’yê Tebaxa 2014’an li her derê derkevin qadan û rabin ser piyan.’’