BI DÎMEN

'Em ji xwe azad in, pêwîstiya me bi Tirkiyeyê nîne'

Endama Meclîsa Siyasî ya Minbicê Emel Dede: Di nava meclîsa me de nûnerên hemû gelên li bajêr hene. Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen em hemû bi ruhekî hevpar, bi xwişk-biratî dixebitin û xizmetê ji gelê xwe re dikin.

Endama Meclîsa Siyasî ya Minbicê ya Tirkmen Emel Dede nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Minbicê da û ji ANF'ê re qala xebatên meclîsa xwe kir.

Hûn di destpêkê de dikarin xwe bidin naskirin?

Bi qasî ku dizanim, bav û kalên me ji Konyayê hatine. Ji Konayayê ewilî derbasî Dîlokê bûne, ji wir jî hatine Minbicê. Li Minbic û derdora wê, li Heleb, Til Ebyad û heta Efrînê belav bûne. Li van herêman xizmên me dijîn. Diya min ji nava Minbicê ye, bavê min ji gundê wê ye. Em sê xwişk, sê bira ne. Niha tevî dayik, bav û du birayên xwe li Minbicê dijîm.

Xwişk û birayên min ên din, di dema DAIŞ'ê de çûn welatên din. Birayekî min ê biçûk heye, dema ku DAIŞ hat vê derê, ji bo bi mejiyê wî nelîzin û tevlî xwe nekin, me ew derxist derve. Ez hê di emrê zarokatiyê de çûm Helebê, min li wir li cem xizmên xwe xwend. Min zanîngeh qedand û bûm mamoste. Min wextekê mamostetî kir, piştre dema şer li Helebê dest pê kir ez vegeriyam Minbicê cem malbata xwe. Ji xwe piştre DAIŞ hat vê derê û ev der dagir kir. Heta ku DAIŞ ji vir hat avêtin, em li mala xwe girtî bûn.

Hûn dikarin qala rewşa jinan bike di dema DAIŞ'ê de...

DAIŞ'ê bi taybetî pêşî li azadiya me jinan girt. Beriya hatina DAIŞ'ê jiyaneke me hebû. Piştî ku DAIŞ hat mal li me bû zîndan, jiyan li me herimî. Em nekarîbûn derkevin derve. Zexta li ser jinan gelekî zêde bû. Bi hinceteke gelekî biçûk îşkence li jinan dihat kirin, li malê dihatin girtin. Jiyana taybet a mirovan nema. Di destpêkê de tevlî karê dibistanê bûn, piştre bi temamî girtin. Jinan niha gaveke gelekî mezin avêtine û kêm ma ye xwe bigihînin asta divê bigihêje. Piştî ku Minbicê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin, yên herî zêde azad bûn, jin e. Niha jî ji bo bajar bedewtir bibe, jiyaneke xwişk-biratiyê lê xurt bibe, jinan dest bi karê girîng kirine. Jinên ji gelên cuda yên li Minbicê dijîn bi rengekî wekhev û bi vîna xwe ji nû ve tevlî karê ji nû ve avakirinê dibin.

Hûn weke jineke Tirkmen cihê xwe di nava Meclîsa Siyasî ya Minbicê de digirin. Hûn dikarin qala xebatên meclîsa xwe bikin?

Ez endama Meclîsa Siyasî ya Minbicê me. Weke nûnera gelê Tirkmen bi daxwaz û vîna xwe di nava meclîsê de cih digirim. Gelê Tirkmen ez tevlî vî karî kir. Di nava vê meclîsê de nûnerên hemû gelên li Minbicê hene. Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen em hemû bi ruhekî hevpar, bi xwişk-biratî dixebitin û xizmetê ji gelê xwe re dikin. Armanceke me heye; em dixwazin Minbicê li jiyanê vegerînin. Em meclîsên nû ava dikin. Saziyên rêveberî û qanûndanînê ava dikin. Di nava meclîsê de wekhevî, xwişk-biratî heye. Nûnera/ê gelekî xwe li ser nûnerên gelên din nabîne. Biryar ji navendê nayê girtin, bi nîqaş û hevparî tên girtin.

Gel piştgiriyê dide karê me, bi xwe tevlî kar dibe. Em ji jor ve tevlî vî karî nebûne, ji nava gel bi daxwaza gel weke nûnerên gel em tevlî bûne. Her kesên di nava karê meclîsê de ne, bi daxwaza xwe tevlî bûne.

Niha li ser Minbicê xeteriyek heye. Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin Minbicê dagir bikin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Em van êrîşan nerewa dibînin. Minbic niha ji aliyê şêniyên Minbicê ve tê birêvebirin. Dewleta Tirk çima vê derê, çima Sûriyeyê dagir dike? Zehmet e mirov vê fêhm bikin. Bi kîjan mafî dagir dike? Em dixwazin bi hemû dewlet, bajar û gelên cîran re bi xwişk-biratî bijîn. Ev felsefeya me ya jiyanê ye. Weke gelên li Minbicê em êrîş û destwerdana kesî naxwazin. Zarokên Minbicê bajar ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Niha jî meclîsa siyasî hewl dide bajêr ji nû ve ava bike.

Mafê kesî yê destwerdanê nîne. Em ê hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve pêşî li vê destwerdanê bigirin. Heta kesek dawî li Minbicê bimîne, heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê li dijî van êrîşan şer bike. Ez vê yekê ji dil dibêjim. Hem ti kes bi hêsanî wê dest ji cihê xwe yê azad bernede, hem jî bi hêsanî ji dagirkeran re nehêle. Xeteriya herî mezin a niha li ser me hebû, zilma DAIŞ'ê bû. Niha şêniyên Minbicê xwe bi xwe bi rê ve dibin. Dewleta Tirk wê bi vê dagirkeriyê re me ji çi azad bike? Em ji xwe azad in."