'Em ji her eniyê ve têkoşîneke hevpar bimeşînin'

Alîkarê Hevşaredarên Dersîmê Tûnç, ku li şûna wî qeyûm hat bicihkirin, da xuyakirin ku hewl tê dayîn şaredarî bê desteserkirin. Parlamenterê HDP'ê Onlu jî got, "Divê her kes ji her eniyê ve têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Alîkarê Hevşaredarên Dersîmê Huseyîn Tûnç, ku ji aliyê Alîkarê Walî Olgûn Oner ê weke qeyûm li şaredariyê bi cih bû ji wezîfeyê hat girtin, li Şaxê Egîtîm-Sen ê Dersîmê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civîna çapemenyê de Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu û Alîkarê Hevşaredaran Îbrahîm Kasûm ê beriya niha bi biryarnameya AKP'ê ji wezîfeyê hat girtin, tevî gelek kesan ama debûn.

Tûnç diyar kir, qeyûm bi mantiqa teslîmgirtina şaredariyê tevdigere. Tûnç di axaftina xwe de têkîldarî tayînkirina qeyûm got, ev yek li ser esasê nenaskirina îradeya gel hatiye kirin û ji bo tinekirina wan e. Tûnç wiha dewam kir: "Eger wekî ew dibêjin armanc xizmetkirina gel û Dersîme be bila keremkin bên, em sindoqê deynin û hilbijartinê pêk bînin. Tercîha gel çi dibe bila hemû kes rêzê nîşan bidin." Tûnç banga xurtkirina têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê kir. 

Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu jî destnîşan kir ku qeyûm gelek kes bi awayekî nehiqûqî ji kar avêtiye û bi rêya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de gelek kedkar ji kar hatine avêtin. Onlu got, li gelek qadan de binpêkirin û nehiqûqî qerekterekî faşîst girtiye. Onlu banga xurtkirina têkoşîna hevpar û got, "Divê her kes ji her eniyê ve têkoşîneke hevpar bimeşînin." Onlu diyar kir ku divê di sala 2017'an de têkoşîna hevpar bêhtir mayînde û demdirêj be.