Em ji bo xewn û xeyalên xwe bi rê ketin

Zozan Çewlik ku sala 1997'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, li ser wê demê got, "Ji dîtina Rêberê xwe ku xewn û xeyalên me bû, em bi rê ket û bi ser ket."

Em rêwîtiya xwe ya di serdema bîranînan de didomînin. Tîma me bû mêvanê Zozan Çewlik ji bo li bîranînên wê yên li gel Birêz Ocalan guhdarî bike.

Yek ji kesên ku sala 1997'an ji bo dîtina Birêz Ocalan berê xwe dan Şamê Zozan Çewlik e. Çewlik qala bîranînên xwe kir.

'TU YAJK'Ê TEMSÎL DIKE'

Zozan Çewlik qala axaftina destpêkê ya bi Birêz Ocalan re kir ku beriya bikeve ser rêya Şamê pê re axivî:

"Heta sala 1996'an min li Eyaleta Erzîromê gerîlatî dikir. Tevî ku demên zehmet bû, dikarim bêjim ku bîranînên me yên gelekî bedew çêbûn. Wê salê, rojekê dema ji wezîfeyê vedigeriyam, hevalên li rêveberiyê bang li min kirin û ji min re gotin ku surprîzeke wan heye. Wê demê Rêbertî bi rêya cîhazê diyalog bi hêzan re dikir. Bêguman pirsgirêkên me yên ragihandinê jî cuda bûn. Derfet kêm bûn. Telefoneke peykê ya yekîneya me hebû. Hevalan ji min re gotin ku divê saet 5'an amade bikim û ez ê bi Rêbertî re biaxivim. Çend hevalên mêr bûn û ji hevalên jin tenê ez hebûm. Gelekî bi kelecanî bûm. Saet derdora 5'an Rêbertî dest bi axaftinê kir. Destpêkê bi hevalê berpirsyarê eyaletê re axivî. Pirsî bê kî heye kî nîne, yek bi yek navê me pirsî. Dema ku navê hevalên jin da, navê min got. Rêbertî xwest bi rêya telefonê bi min re biaxive. Ji kelecanê min nizanîbû bê çi bêjim. Ji min pirsî bê ji ku me. Piştre ji min re got, 'Dibe ku tu li wir bi tenê be, lê tu li wir artêşeke jinê temsîl dike'. Wê demê artêşa me ya jinê YAJK hebû. Dema ku ji min re got, 'Tu li wir YAJK' e, min fêhm kir bê barê min çiqasî giran e. Vê gotinê gelekî bandor li min kir ku xwe nas bikim û têkoşîna xwe bidomînim."

'ME HER TIŞT DAN PÊŞ ÇAVÊN XWE Û EM BI RÊ KETIN'

Zozan Çewlik û hevalên wê ku ji bo dîtina Ocalan gelek zor û zehmetî da pêş çavên xwe, qala rêwîtiya xwe kir:

"Bi komeke ji 24 hevalan sala 1997'an em ji Erzîromê çûn Cûdî, ji Cûdî jî ji bo dîtina Rêbertî me berê xwe dan Şamê. Em heta Çiyayê Spî çû, lê wê demê dijmin gelekî kemîn datanî. Gelek şehadet çêdibûn. Ji ber vê yekê Rêbertî koma me sekinandibû. Lê belê me got, çi dibe bila bibe em ê biçin. Bi rastî jî tevî ewqas êrîşên dijmin em bi rê ketin. Ji ber ku armanc dîtina Rêbertî bû, me her tişt dan pêş çavên xwe û bi biryardarî em bi rê ketin. Me fêhm kir ku dema mirov ji bo xeyalên xwe bi biryardarî gavê biavêje, tiştek nîne ku nikaribe bike. Me jî dan pey xeyalên xwe û em bi ser ket."

'DI JIYANA MIN A TÊKOŞÎNÊ DE KÊLIYA HERÎ BI WATE BÛ'

"Kêliya ku min Rêbertî dît, ew kêlî bû ku xewn û xeyalên min bi cih hatin. Ya ku herî zêde bandor li min kir; tevî ku qet min nedîtibû dema ku min navê xwe got, yekser ez nas kir. Li Erzîromê tenê carekê bi rêya telefonê pê re axivîbûm. Û yekser ez nas kir. Hişê wî gelekî xurt bû. Ji min re got, 'Tu ew keça ji Çewlikê ye, ew keça Elewî', min jî ji xwe re got, 'tevî ku bi ewqas mirovî re diaxive çawa ez ji bîr nekiriye'.

Rêbertî piştî ku çend pirs pirsî, ji min re got, 'Te gelek zor û zehmetî li pey xwe hişt. Tecrûbeya te ya şer heye. Yekane pirsgirêka te ew e ku tu min nas nake. Yanî tu yê rastiya Rêbertî nas bike û wê jî ji min hîn bibe'.

Rêbertî ji tiştên klasîk aciz dibû. Ji nêzîkatiyên ne yên mirovan hez nedikir. Dixwest jin jî ya xwe be. Ji ber vê yekê em timî dixist nava nakokiyan û rê li ber pirsên 'em ê çi qebûl bikin, çi red bikin'. Ji aliyekî din ve baweriyeke mezin dida. Hêz dida me. Rêbaza wî ya perwerdekirina mirovan bi vî rengî bû. Li gel Rêbertî cihê gotinên 'nikarim, ji min nayê' nebû. Ev yek bi rengekî xwezayî derdiket holê û yê ku rê li ber vê vedikir Rêbertî bû."