'Em ê zilma ku li girtiyan tê kirin qebûl nekin'

Ji xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ne Încî Guler got, "Di nava çar dîwaran de zilmeke giran li girtiyan tê kirin. Em vê zilmê qebûl nakin."

Nobeta Edaletê ya li Amedê ku xizmên girtiyan dimeşînin di roja 211'an de ye.

Xizmên girtiyan tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê li hev civiyan. Keça girtiyê nexweş Abdûllselam Guler Încî Guler li çalakiyê axivî û bi bîr xist ku 7 meh in li ber girtîgehê, edliyeyê û Saziya Edliyeya Tipî çalakiyê dikin.

Încî Guler diyar kir ku ew dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediya ne lê nayên berdan, tavilê bêne berdan û got, "Hin girtiyên me 30 salan li girtîgehê man û tevî ku cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Di nava çar dîwaran de zilmeke giran li girtiyan tê kirin. Bi navê girtiyan em vê zilmê qebûl nakin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Maf, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn.