'Em ê teqez bi ser bikevin'

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi minasebeta roja 15’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê pêngava “Em ê teqez bi serkevin” ragihandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi boneya 36’mîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dagirkerî, qirkirin û mêtingeriya desthilatdaran û pergala Kapîtalîzmê ya li ser gelên herêmê bi taybetî ya niha li ser Kurdistanê tê sepandin û bi ragihandina pêngava “Emê teqez bi serkevin” bang li ciwanan kir da ku tevlî wê pêngavê bibin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Jibo tevahiya ciwanan û gelên welatparêz û têkoşer;

Îro di Rojhilata Navîn de ji bo gelê Kurd û tevahiya gelan ji her demê girantir pêvajoyek wek qeyran û kaosê tê jiyîn. Devletên desthilatdar, mêtînger û kapîtalîst li ser gelê Kurd û gelên herêmê polîtîkayên xwe yên qetlîam, qirkirin û bişaftinê didin meşandin. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li hember vê konsepta topyekûn a qirkirinê, di serî de bi ruhê li Heftanînê û tevahiya gerîlayên ku di tevahiya Kurdistanê de li ber xwe didin û tevahiya hêzên ku ji bo azadiyê têdikoşin re em radigihînin ku em ê teqez bi ser bikevin. Ji ber vê yekê ruxmî beşeke şerê biyolojîk a pêvajoya koronayê û astengiyên wî jî em îfade dikin ku têkoşîn pir alî ye û em li hember faşîzma dagirker destpêkirina pêngava xwe ya serkeftinê radigihînin.

Em bi vê pêngavê bang li tevahiya gel û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen û Êzidî dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her kolan, tax û qadên ku lê dijîn, veguherînin têkoşîna li hemberî faşîzm û dagirkeriya li ser welat. Dîsa gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê bi taybetî li Heftanînê têkoşîna ku li hemberî faşîzma dagirker dimeşînin, îro bi ruhê 15 ê Tebaxê a serkeftinê re em bikin yek û em bang li tevahiya qadan dikin ku bi ruhê seferberiyê her derê veguherînin Heftanînê. Wek ciwanên gelên bindest, perçekirina pergala faşîst a dagirker û afirandina jiyaneke azad tenê bi herikîna qadan a bi ruhê serhildanê ve pêkane. Îro li hemberî dagirkerî û faşîzma heyî bêdengî bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Em bang dikin ku ruhê têkoşîna Heftanînê di qadan de bidin meşandin, bi ruhê serhildan û serkeftinê em dakevin qadan. Li hemberî faşîzmê û bi ruhê Heftanînê em ê teqez bi ser bikevin.”