'Em ê tecrîdê bişikînin û 2019'an bikin sala serketinê'

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, zarokên vî gelî wê dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û sala 2019'an bikin sala serketinê.

Gerîlayên YJA-Starê Evîndar Cizîr û Armanc Kûrtalan berxwedana gel a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slav kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi vê berxwedanê ve tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin.

Gerîlayên ku ji ajansa me ANF’ê re axivîn, bi bîr anîn ku li ser Rêber Abdullah Ocalan ev 20 sal in tecrîdeke şidandî heye û ev tecrîd dikeve sala xwe ya 21’an.

‘DIJMIN DIXWAZE YEKÎTIYA GEL, GERÎLA Û RÊBERTIYÊ PARÇE BIKE’

Têkildarî mijarê gerîlaya YJA-Starê Armanc Kûrtalan got; “Ev tecrîd 5-6 salên dawiyê hê bêhtir hatiye girankirin. Hevdîtin hatine qutkirin, hevalên li gel Rêbertî hatine derxistin. Armanca vê tecrîdê ji hev qutkirina Serokatî û gel e. Ji bo ku gerîla pêş de neçe û serkeftinê nede avakirin tecrîdeke wisa hat danîn. Li ser vî bingehî êrîşî qadên me kirin, êrîşî gel kirin. Hem êrîşî çiya kirin hem jî êrîşî gel kirin. Û wisa tecrîd hê zêdetir giran kirin. Dixwazin gel û gerîla ji hev qut bikin. Di heman demê de xwestin wisa komkujiyê bikin. Li ser bingehê parçekirina yekîtiya Rêbertî, gel û gerîla ev tecrîd hatiye girankirin. Di vî şerî de tişekî bi edalet nîne. Dijmin dixwaze bi moralê gel bilîze. Dixwaze gel bi paş de gavê biavêje. Lê gel ji kuştinê, ji vî şerî natirse, hê bêhtir hêza xwe kom dike.”

Gerîlayên YJA-Starê destnîşan kirin ew şervanên azadiyê dixwazin bibin bersiva vê tecrîdê û li ser vî hîmî niha li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşin û gotin; “Em dixwazin Serokatiya xwe ji wê zindanê derxînin û azad bikin. Em ê sala 2019’an bikin sala serkeftina Serokatiya xwe û gelê xwe. Em bi dil, can û ruhê xwe li vir in. Wan çawa ku 20 sal in serokatiya me dîl girtine û tecrîd kirine, em ê jî li dijî wan têbikoşin û Serokatiya xwe azad bikin.”

Gerîlaya YJA-Starê Evîndar Cizîr jî binî xet kir ku ew ciwanên gelê Kurd ew ê heya dawiyê şer bikin û dawiyê li vê tecrîdê bînin.

Bi berdewamî got; “Dewleta Tirk a ketî, dixwaze bi teknîka xwe şer bike. Li bejahiyê nikarin werin. Wisa dixwazin şer bikin. Yê me teknîkek me ya wisa tine ye. Em zarokên vî gelî, li dijî teknîka wan bi ruh, can, dil û îradeya xwe şer dikin. Di vê astê de bikaranîna teknîkê ketîbûna wan nîşan dide. Wisa ketî ne ku gelê xwe jî birçî dihêlin. Erdogan ê dagirker bi xwe jî li gel malbata xwe di nav dewlemendiyê de dijî, lê qet gel nafikire. Tenê fikrandina wî li ser gelê Kurd xebitandina vê teknîka giran e, dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Lazim e gel karibe bi îradeyek mezin li dijî vê dagirkeriyê û tecrîdê li ber xwe bide.”

‘ŞERÊ ME LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ Û TECRÎDÊ YE’

Gerîlaya YJA-Starê Evîndar Cizîr destnîşan kir ku îro armanca şerê wan têkoşîna li dijî vê dagirkerî û tecrîdê ye û ev tespît kir; “Ev şerê ku niha dimeşe wê dawiya vî gelî, dawiya gerîlayên vî gelî jî diyar bike. Li ser vî esasî pêwîst e em ji niha ve bi yekîtîyeke mezin li dijî vê dagirkeriyê têbikoşin, Serokatiya xwe ji wê tecrîdê rizgar bikin.”

Gerîlayên YJA-Starê anîn ziman ku ew li dijî vê tecrîdê şer dikin, ew ê vî şerê xwe bidomînin û ev bi lêv kirin; “Em heta dawiyê li vê derê ne. Bi her awayî kî çi dibêje bila bêje, kî çawa nêz dibe bila nêz bibe, bi çi teknîkê êrîş dikin bila bikin, ya ji bo me girîng dil e, cesaret e, ruh e. Eger ku em bi ciwantiya xwe tevlî vê têkoşînê dibin û şer dikin, em bawer in ku wê gelê me jî bi vî şiklî nêz bibe. Alîkariya me bike û bi vê yekîtiya gel û gerîla em ê bikaribin vê tecrîdê bişkînin. Em sala 2019’an bikin sala serkeftinê. Sala azadiya Serokatiya xwe û giştî gelê xwe. Ev sal sala serkeftinê ye.”