'Em ê pênûs û kameraya Rizgar Denîz li erdê nehêlin'

Rojnamevanên li Mexmûrê, di salvegera duyemîn a şehîdbûna şehîdê çapemeniya azad Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) de ew bibîr anîn û gotin, kedkarên çapemeniya azad yên li pey heqîqet û ronahiyê her tim bûn hedefa dagirkeran.

Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di salvegera 2’emîn a şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz de ew bi bîr anîn.

‘EM Ê PÊNÛS Û KAMERAYA DENÎZ LI ERDÊ NEHÊLIN’

Nupelda Amed destpêkê di şexsê Şehîd Rizgar Denîz de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha got; “Bi salane gelê kurd li dijî zextên dewleta faşîst a dewleta Tirk berxwedanek bê hempa didin. Şehîd Rîzgar ji yek ji wan berxwedêrane, bi kameraya û pênûsa xwe li ber xwe da û şehîd bû.”

Amed bi domdarî got; “Ez ciwanek, hevrêyek û hempîşeya Şehîd Rizgar Denîz soz didin ku em ê her tim li pey soza şehîdan bin. Em ê pênûs û kameraya Rizgar li erdê nehêlin.”

‘XWEDÎ LI ROJNAMEVANAN DERKEVIN

Hîlal Rizgar Rizgar Deniz bibîr anî û got: “Di serî de em bejna xwe li ber Şehîd Rizgar Denîz û hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin. Rizgar Denîz xwedî kesayetek pir pak û dil nizim bû. Di nava civakê de doza ku dişopand pir bi heskirin û bi dilnizmî tevgeriya. Rizgar kesekî wiha bû ku bi biçûkan re biçûk bi mezinan re mezin bû. Di nava wargehê de pir dihate heskirin. Em ê rêya Rizgar Deniz bişopînin. Divê gelê Kurd xwedî li rojnamegeran derbikevin.”
Herî dawî jî Leyla Oremar jî şehîdên çapemeniya azad bibîr anî û got: “Rizgar Denîz û şehîdên çapemeniya azad hemû bi rêzdarî bibîrtînin. Şehadeta Rizgar ji bo me xemgîneyek mezin bû. Em soz didin ku em ê şopdarê rêya wan bin, kamera û pênûsa şehîdên çapemeniya azad li erdê nehêlin.”

RIZGAR DENÎZ KÎ YE?

Rizgar Adanmiş 19'ê Sibata 1991'an li bajarê Sêrtê ya herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe û di nava malbatek welatparêz de li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe. Malbata têkoşer Rizgar Adanmiş weke hezarna malbatên herêma Botanê hovîtiya dewleta Tirk dît. Di encamê de malbat neçar hate hiştin ku sala 1996'an berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Piştre gelek wargehên koçberiyê veguhestin. Di dawiyê de malbat li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku 240 km'yan li bakurê paytexta Iraq Bexdayê dikeve, bi cih bû.

QADÊN ŞEHÎD RÎZGAR DENÎZ LÊ XEBAT KIRIYE

Nûçegihan Rizgar Denîz ku ji bo dengê gelê xwe bigihîne cîhanê li Mexmûr, Başûrê Kurdistanê, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Bakurê Sûriyeyê nûçegihanî kir. Bi wê coşa xwe Pêngava Bagera Cizîrê ji destpêkê ve şopand.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê 9'ê Îlona 2017'an pêngava Bagera Cizîrê dan destpêkirin. Tekoşer Rizgar bi israr berê xwe da herêma Dêra Zorê ji bo berxwedana rizgarkirinê li eniyên herî pêş yên li dijî çeteyên DAîŞ'ê radigihîne û pêngava Bagera Cizîrê gav bi gav dişopîne.

Dema ku di 12'ê Cotmehê de welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAîŞ'ê rizgar dikirin. Nûçegihanên Ajansa ANHA'yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz ji bo rewşa van koçberan bişopînin berê xwe dan rêya 'Xerafî' ya navbera Dêra Zorê û Hesekê. Li vir çeteyên DAîŞ'ê du wesayîtên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbîş şehîd dikeve û her du nûçegihanên din Hogir Mihemed û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan 14'ê Cotmehê nûçegihan Hogir Mihemed jî şehîd dikeve. Lê nûçegihan Rizgar Denîz li nexweşxaneyên Hesekê û paşê Qamişlo û piştre Dîmeşqê hat dermankirin.

Piştî berxwedana 70 rojan şeva 18'ê Kanûna 2017’an tevî hemû hewldanên bijîşkan nûçegihan Rizgar Denîz jî ji ber birîna xwe şehîd dikeve. Mîrateyek ji têkoşîna lêgerîna rastiyê li ser rêya azadiya gelê xwe li pey xwe dihêle.